Li Îranê 1 jê jin 5 çalakvanên Kurd hatin binçavkirin

Li bajara Pîranşarê ya Îranê 5 çalakvanên Kurd, bi fermana dozgeriyê hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku li Îranê 5 çalakvanên Kurd hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di 6'ê Gulanê de ji gundê Gezgiskê Sumeyye Kadîrî, ji gundê Xurincê Muhammed Sultanî, ji gundê Bîroskê Muhammed Muradî, bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Pîranşarê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Huseyîn Bayezîd û kesekê din ê navê wî nayê zanîn hatin binçavkirin û hate diyar kirin ku aqûbeta kesên hatine binçavkirin nayê zanîn.