Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakvan tên revandin û girtin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanên bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didomin, li gel vê yekê girtina çalakvan û rewşenbîran jî berdewam dike.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê serhildanên ku di 16’ê Îlonê de piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî dest pê kirin, girtina çalakvan û rewşenbîran jî berdewam dike. Gelek çalakvanên ku hatine binçavkirin nayê zanîn ku wan birine ku derê.

Hat zanîn ku li çalakvan Farîda Muradkhanî 15 sal cezayê girtîgehê birîne û wê birine girtîgeha Evînê. Di heman demê de hat zanîn ku çalakvan Sarîna Qarabet, Faizeh Javadî, Shiva Kianfar, Parsa Dastmalchî û Sonia Sotoudeh ji aliyê beşa 3’yemîn a dadgeha şoreşê ya Urmiyeyê ve bi giştî 21 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birin.

Li zanîngeha Kurdistanê hîndekareke hat girtin

Mamosteya beşa endezyariya inşaeatê ya Zanîngeha Kurdistanê Jamil Bahramî jî hat girtin. Jamil Bahramî piştî li zanîngehê axivî ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve hat revandin û nayê zanîn ku wê birine ku derê û der barê aqubeta wê de tu agahî nehatine girtin.

Hat zanîn ku hemwelatiyê bi navê Karen Fairey piştî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat darbkirin hatiye girtin ew jî wekî gelek kesên din nayê zanîn, birine kîjan girtîgehê.