Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê astengiya înternetê

Rejîma Îranê ku nikare pêşiya serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike bigre, li gelek bajaran bi qutkirina înternetê, mafê agahî girtina gel sînordar dike.

Navenda Nûçeyan- Serhildana civakî ya ku di 16’ê Îlonê de li Îranê dest pê kir, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” didome. Ji roja ewil a serhildana civakî heta îro bi sedan kes ji aliyê leşker û polîsên rejîmê ve hatin qetilkirin, bi hezaran hatin girtin. Di encama li bajarên Rojhilatê Kurdistanê serhildan bi mezinbûnê didome de, hêzên rejîmê înternetê qut kirin.

Gel nikare înternetê bikar bîne

Piştî ku li bajarên Pîranşar, Mehabad, Bûkan û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê gelek welatî jiyana xwe ji dest dan, hêzên rejîmê bi qutkirina elektrîke re ji mafê agahî girtina gel re sînordarkirin anî.

Di vê çarçoveyê de saziyek civaka sivîl a Net Blocks ku înternetê kurêwî kontrol dike, ragihand ku qutbûneke mezin di înternetê de hatiye tomarkirin û gelek bikarhêner nikarin înternetê bikar bînin. Çapemeniya xwecihî ya Îranê jî piştrast kir ku înterneta navneteweyî ya operatorên telefona destan hatiye qutkirin û tenê înterneta xwecihî mewcût e.

 

Piştî komkojiya duh ya li bajarê Javanrudê, ji şeva borî ve înterneta bajer bi temamî hat qutkirin û niha têkiliya bi bajerê hema bejê di rewşa ne mimkum de ye.

 

Komara Îslamî Îranê beriya niha jî bi armanca tepisandina serhildanên li herêma Rojhilatê Kurdistanê înternetê qut kiribû.