Li Îdliba ku dibin kontrola HTŞ de karkirina parêzerên jin tê astengkirin

Îdliba ku beşek ya wê dibin dagirkeriya çeteyên HTŞ de, jinên parêzer ên kuÎdliba ku beşek ya wê dibin dagirkeriya çeteyên HTŞ de, jinên parêzer ên ku şopandina wan ya dozê tê şopandina wan ya dozê tên astengkirin, gihane xala dest ji pîşeyên xwe berdin.

HADEEL AL-OMAR

İdlib- Îdliba ku li Bakûr û Rojavayê Suriye cih digre, jinên ku li meqamên edlî di xebitin rastî cihêkariya zayendperstiyê tên. Îdlîb dibin dagirkeriya çeteyên girêdayî dewleta Tirk Selefî- Cihadî Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) niha ji ber beşek mezin ya bajar kontrol dikin gelek jinên parêzer neçar mane  dest ji pîşeyên xwe berdin. Heta niha jî ên ku di pişeyên xwe de israr dikin rastî gelek zoriyan tên.

Ajansa me ku xwe gihand çalakvanên mafê mirovan diyarkirin ku li Îdlibê piştî kirîza Suriye rêveberiya çeteyan li gora zagonên şeriatê ye, parêzer neçar mane koç bikin.

‘Şopandian parêzeran ya dozan tên astengikirin’

Halima Salat a 35 salî li bajarê Sarmanda jiyan dike û ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide da zanîn ku ji ber cihêkariya ku tê jiyan kirin neçar maye dest ji pişeya xwe ya parêzertiyê berde. Destîşan kir ku di saziyek ya alîkariya mirovî de  şêwermendê hiqûqê dikir got ku jinên parêzer dibin hedef, destur nadin erka xw ebi cihbînin û ew dozên ku girtine şopandina wan tên astengkirin.

‘Mêr nebe nagrin dadgehê’

Halima Salat da zanîn ku li Îdlibê li gora şeriatan qanûn tên pêkanîn û got: “Polîtîkayên ku pêktînin, karê jinên parêzer sînordar dike. Ji ber li gora hiqûqa Îslamê û li gora ansiklopediyên Îslamê diçin, encamek wiha derdikeve holê. Çalakvanên mafê jinan ger mêrek li ger nebe nagrin dadgehê. Rastî ferzkirina hicaba bi zorê tên. Ev polîtakayên li beramberî çalakvanên mafê jinan tê kirin, polîtakaya cihêkariyê ye. Ew rewş jinên ku di qada hiqûqê de kar dikin, dikevin nava lêgerînên pîşeyên cûda.”

‘Pîşeya parêzeriyê dahatek jê nayê’

Raeda Sheikh Musa ya 29 salî li bajarê Îdlib jiyan dike û zanîngeha Hiqûqê temam kiriye destnîşan kir ku qada hiqûqê tenê ji bo mêran hatiye sînordarkirin û got: “Ji ber ew zoriyên ku min divê qadê de dikêşa, min dest ji perwerdeyê berda. Li gelek cihan di qada mafê mirovan qanûnên ku erkê mudaxelekirinê nadin heye û got: “Ji ber van sînordarkirinên ku tê jiyan kirin, doz jî ninin. Dema ku rewş wisan be pişeya parêzeriyê tu dahatek a wê nîne. Sedemê bingehîn yên ku ez perwerdeyê di nivê de bihêlim ji ber dahetek wê ya sabît nîne.”  

 ‘Dozan didin pêrêzerên mêr’

Raeda Sheikh Musa diyarkir ku di van demên dawî de piraniya dozên dadgehan derbarê zewac, hevberdan, kar û barên kirîn û firotinê ve hatine sînordarkirin û got: “Dozên ku tê vekirin jî didin parêzerên mêr. Wisan bawerdikin ku ger bidin parêzerên jin wê encamek baş jê negrin. Ji ber wê parêzerên jin berê xwe didin pîşeyên cûda.”

‘Hikumeta rizgarî astengiyan avadikin’

Çalakvanek din ya mafê mirovan ku li bajarê Sarmada jiyan dike Hanan al-Qasim a 31 salî ku nexwest navê xwe parve bike da zanîn ku ‘hikumeta rizgarî’ ya girêdayî HTŞ  li dadgehên edlî astengiyan çêdikin û hewil didin jinên parêzer vederbikin, jinên parêzer li cihên diyarker de tên sînordarkirin û got: “Ji ber parêzbendî nine û ferzkirina fikrê hişk yê Îslamê, di van dagehan de  serdestiyek ya hiqûqê nîne. Ji ber ferzkirênên ku heye parêzerên jin pîşeyên xwe ên parêzeriyê nakin û neçar dimînin dest jê berdin.”