Li Êlihê jin 25’ê Mijdarê bi têkoşîna li dijî qeyûman pêşwazî dikin
Jinên Êlihê ku wê 25’ê Mijdarê bi têkoşîna li dijî qeyûman pêşwazî bikin, diyar kirin ku şaredariyê tevî tifaqa mêr-dewletê jî bi ferqek mezin bi dest xistine û gotin: “Li dijî qeyûmên ku jinan dikin hedef em ê li qadan bin.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Êlih- Jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê, starta xebat û çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li ser Jinan re bikin dan. Li welatê ku tundî lê zêde bûye, êrişên li dijî destkeftiyên jinan, bênavber didomin. Jinên ku ji berxwedana xwişkên Mirabel îlham girtin li dijî her cure tundiyê dengê xwe derdixin, li dijî tundiya mêr-dewletê têkoşîneke dîrokî raber dikin.
Piştî ku di 4’ê Mijdarê de qeyûm tayînî şaredariya Êlihê hat kirin, berxwedana li bajar dest pê kir, berdewam dike. Jinên Êlihê 25’ê Mijdarê bi têkoşîna li dijî qeyûman, pêşwazî dikin.
‘Tu xebatek qeyûm ji bo jinan nîn e’
Endama Meclisa Şaredariya Êlihê Çîdem Bilen diyar kir ku bajar 8 salan bi polîtîkayên qeyûm hatiye birêvebirin û wiha got: “Bajar 8 salan ji aliyê qeyûm ve hat birêvebirin. Di van deman de ji bo jinan tu xebatek nehate kirin. Berovajî xebatên berê dihatin kirin jî hatin rawestandin û saziyên jinan hatin girtin, xwestin destkeftiyên jinan bi temamî tune bikin.”
Çîdem Bîlen da zanîn ku piştî di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de şaredarî careke din ket destên Partiya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) xebatên jinan ji nû ve aktîf bûn û wiha got: “Em di nava hewldana pêşkêşkirina piştevaniya ji bo jinan di aliyê civakî, aborî û çandî de bûn. Lê belê qeyûm hat tayînkirin. Em weke jin divê niha di nava amadekariyên 25’ê Mijdarê de û li gel jinan bûna lê belê ji ber tayînkirina qeyûm li vê derê em li gel jinan berxwedanê didomînin.”
‘Xebatên ku em li dijî tundiya bikin hatin astengkirin’
Çidem Bîlen destnîşan kir ku li dijî qeyûmê tê wateya polîtîkaya xesbê û tundiya li dijî jinan, ew ê dest ji têkoşînê bernedin û wiha domand: “Li vê derê bi şêniyên bajar û jinan re, ji bo em şaredariyê bigrin têdikoşin. Qayûm ji tundiya li dijî jinan cuda nîn e. Qayûm tê wateya tundiya siyasî ya li dijî jinan û keda wan. Tayînkirina qeyûm ewil mafên jinan ên bijartin û hilbijartinê xesb dike, bi xebatên nekirin re dixwaze jinan ji jiyana civakê dûr bixin. Me di vê pêvajoyê de xwe bi hêz kir, dema me got em ê dakevin qadê em rastî vê xesbê hatin. Li dijî tifaqa mêr-dewletê me bi ferqek mezin şaredarî bi dest xist. Dixwazin tola serkeftina jinan bistînin. Em ê li dijî hemû cureyên tundiyê li qadan bin. Li dijî qeyûma ku herî zêde jinan dike hedef em ê li qadan bin. Em ê li gel jinan têkoşîna îradeyê bikin û li dijî tundiyê rawestin.”
‘Em ê weke xwîşkên Mîrabel li ber xwe bidin’
Endama Meclisa Şaredariyê Gulnur Delî diyar kir ku jin li dijî qeyûman li ber xwe didin û wiha got: “Qeyûm careke din îradeya gel tune hesiband lê bila ev sîstem vê ji bîr neke; Xwîşkên Mîrabel çawa li dijî dîktator û faşîzmê li ber xwe dane, îro em jî bi heman awayî li ber xwe bidin. Bila îro aqilê mêr vê ji bîr neke, em jinek tenê jî bimînin em ê xebatê bidin meşandin. Çi dibe bila bibe em îradeya xwe radestî wan nakin. Em ê xebat û xizmetên xwe yên jinan bidomînin. Em ê 25’ê Mijdarê bi vê biryardarî û înadê pêşwazî bikin. Li dijî tundî û xespkirina îradeyê em li vir in. Jinên vî bajarî hem wê li dijî tundiya mêr, hem jî diziyê rawestin.”
‘Em ê roja 25’ê Mijdarê di nava têkoşînê de derbas bikin’
Herî dawî Tuba Demîr axivî û ev tişt got: “Der barê 25’ê Mijdarê de tax bi tax em ê bigerin û di demek ku me xebatan berdewam dikir de qeyûm hat tayînkirin. Qayûm ne tenê hat avahiya şaredariyê, di bingehê de ji bo îradeya jinan hatiye tayînkirin. Êlih di bingeha xwe de bajarek ê jinan e. Saziyên ku dewletê girtine, me hedef kir ku em careke din vekin û li dijî tundiyê qadên nû bixin meriyetê. Ev yek hezim nekirin. Zîhniyeta ku Narînan, Rojînan qetil dike, îro dixwaze şaredariya me ji me bigre. Em li vê derê weke jin, ji bo xwedî li vê îradeya xwe derbikevin, li qadan in. 25’ê Mijdarê em ê li vê derê di nava berxwedanê de derbas bikin. Em ê vê zihniyeta mêr bi hev re hilweşînin. Bila jin me bi tenê nehêlin, em bi hev re, destên xwe bidin hev û li gel hev bin.”