Li Çemçemalê 36’emîn salvegera Enfalê hat bibîranîn

Li navçeya Çemçemala Silêmaniyê, bi boneya 36’emîn salvegera Enfalê, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Navenda Nûçeyan- Îro li navçeya Çemçemala Silêmaniyê, bi boneya 36’emîn salvegera Enfalê, merasîmek bîranînê hat lidarxistin. Tevî Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Tara Hisên, endamên Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî û gelek kes tevli merasîmê bûn.

Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Hisên di merasîmê de axivî û got: “Tevgera Azadî xwe weke beşek hemû xweşî, nexweşî, êş û trajediya civakê dibîne û bi gel re hevbeş e. Ji bo vê jî îro em tevli merasîma bîranîna jenosîda Enfalê ya li Çemçemalê bûne. Dirûşmeke desthilatdariyê heye ku dibêje ‘Enfal wijdanê mirovahiyê ye’ lê bi baweriya me ne wijdana mirovahiyê hejiyaye ye nejî wijdanê desthilatdariyê. Ji ber ku em niha jî rojane rûbirûyî komkujî, enfal û kîmyabaranê tên. Dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya qaşo yên ku nûnertiya mafên mirovan dikin, ji bo qirkirinê di nava hewldanan de ye. Mixabin desthilatdariya Kurdistanê li şûna ku dersê ji demên borî bigre, dibe hevkarê dagirkeran. Gelê ku hişyar bûye, dikare hemberî vê raweste, em dikarin rê li jenosîdên din bigirin.”