Li Çanakkale îhaleya jeotermal hate şermezarkirin

Li Çanakkale li dijî îhaleya ku dihat pilankirin îro 33 qadên lêgerîna çavkaniya jeotermal û 3 qadên rêvebirina çavkaniyên jeotermal çêbikin, hate şermezarkirin.

Navenda Nûçeyan- Îhaleya ku ji aliyê Îdareya Taybet a Bajarê Çanakkale be dihat pilankirin ku îro 33 qadên lêgerîna çavkaniya jeotermal û 3 qadên rêvebirina çavkaniyên jeotermal di nav de çêbikin, hate şermezarkirin. Hemwelatî bang li endamên Meclîsa Giştî ya Bajar kirin ku dawî li vê îhaleyê bînin.

Di daxuyaniya çapamaniyê ku li qada Cumhuryeta Çanakkale hatî dayîn de Seroka Komeleya Parastina Hebûna Çandî û Xwezaya Kazdagî Suheyla Dogan axivî û diyarkir ku têkoşîna gel ya bi biryar, berê jî qadên îhaleya jeotemal bi dawî kiribûn, niha qadên nû jî xistiye di nav de û cardin dixwazin îhale bikin. Suheyle Dogan wiha got: “Navçeya Ayvacik, li nêzê gundê Tuzla hê sentalên ku tê xebitîn hene, bûye mijara gilî ya gelên herêmê, bandorek nerênî li xebatên çandiniyê kiriye. Li mêrga Tuzla mirinên masiyan derket holê. Gelek raporên zanistî ên derbarê li derdora Aydin, Salihli û Denizlî santralên ku rê li ber ziyanê diveke û bandorên neyînî hene.”

‘Gel îtiraz dike’

Suheyla Dogan bal kişand ku 36 îhaleyên ku cûda cûda tê kirin ji bo derbaskirina 5 hezar lîmita hektar gendeliyek heye û wiha dom kir:

“Danezana îhaleyê, di 13’ê tîrmehê de hate kirin. Li Meclîsa giştî ya bajar piranî endamên Meclîsa Giştî ya  Bajar CHP ne, dema ku biryar girtin ma vê rewşê ne dizanin? Seknek çawa raber kirin? weke kom erka wane daxuyaniyek bidin civakê.” 

Suheyla Dogan bal kişand ser îlana îhaleya ku di rojnameya fermî de cih girt û gotî, ‘Encûmena bajar îhale bike yan neke serbest e’ û got: “Em ji encûmana bajar dixwazin îhale nekin. Welatî ji îtiraz dikin, bila vê jî bînin ziman.”

Li aliyê din Ayvacik (Behram û Gulpinar jî di nav de 4 qadên cûda) Ezîne (9, qadên cûda), Bozcaada, Gokçeada, Bayramiç, Çan, Ezîn, Bige, Lapseki, Yenince û ji bo qadên jeotermal li navenda navçeyan de cih digrin neyên îhalekirin. Hate zanîn ku nêzî hezar û 500 îmza hatine komkirin û ji aliyê Komeleya Parastina Hebûna Çandî û xwezaya Kazdagî, Komelya Gulpinar ya Berdewamkirina Jiyanê, welatiyên Geyiklî , Dalyan û dostên Asos ve daxwaznamyên hatin komkirin û îmza radestî Îdareya Taybet û bajarê Çanakkale kirine.