‘Li 7 girtîgehan piştî greva birçîbûnê binpêkirin zêdetir bûn’

Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê, di rapora xwe ya ku têkildarî 7 girtîgehan amade kiriye de bal kişand ku gelek binpêkirinên mafan hatine jiyîn û bang kir ku daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn.

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ku Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (Wan TUHAY-DER), Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Wanê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê di nav de rapora xwe ya têkildarî girtîgehan eşkere kir.

Rapora ku Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Girtîgeha Tîpa T a Xelatê, Girtîgeha Tîpa T a Baybûrtê, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê û Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê digre nava xwe, li Eywana Konferansa Tahîr Elçî ya baroyê hat aşkerekirin.

‘Pêkanîna tecrîdê binpêkirina mafê jiyanê ye’

Yek ji parêzerên OHD’ê Medenî Gur, da zanîn ku li girtîgehên di meha Sibatê de serdana wan kirin, çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hatine destpêkirin didomin. Medenî Gur, bal kişand ku pêkanîna tecrîdê binpêkirina mafê jiyanê ye û got: “Diyar e ku girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, bi girtiyên li girtîgehên din ên Tirkiyeyê re xwedî heman mafan in, nabe ku pêkanînên şexsî werin kirin û ji ber vê jî mijara ku tê xwestin rakirina pêkanîna tecrîdê ye, ev jî bi awayekî zelal li dijî mewzûata hiqûqî ye.”

Bang li hemû saziyên neteweyî û navneteweyî hat kirin

Medenî Gur, destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Gur, bi lêv kir ku ji bo ev mesele bi riyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin jî girêdayîrakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bicihanîna pergaleke hiqûqê ya li ser bingeha mafên mirovan ên azad û adil ve girêdayî ye. Gur, ji bo rakirina tecrîdê di serî de Wezareta Edaletê bang li hemû saziyên neteweyî û navneteweyî kirin ku bikevin nava ‘liv û tevgerê.’

Li girtîgehan binpêkirinên mafan

Medenî Gur, binpêkirinên mafan ên ji wan re hatine ragihandin wiha rêz kirin:

* Li hinek girtîgehan kontrolên tenduristiyê yên rojane yên girtiyên di greva birçîbûnê de qet nayên kirin, li girtîgehên ku kontrol tên kirin jî ji aliyê bijîşkê revîrê ve nayê kirin, carna ji aliyê xebatkarên tenduristiyê ve û carna jî ji aliyê gardiyanan ve tê kirin,

* Li hinek girtîgehan tiştên xwarin û vexwarinê qet nadin girtiyên di greva birçîbûnê de, li hinek girtîgehan jî xwê, şekir û karbonat tê dayîn. Mast, ava fêkî hwd. nayên dayîn, bi taybetî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tiştek nadin girtiyên di greva birçîbûnê de û destûr nayê dayîn girtî bi pereyê xwe ji kantînê danûstandinê bikin û ji ber vê yekê ji ber astengî û sînorkirinên rêveberiya girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê veguheriye rojiya mirinê,

* Ji bo girtiyên ku dikevin çalakiya greva birçîbûnê vîtamîna B1 gelekî girîng e, li hinek girtîgehan ne vîtamîna B1 ne jî vîtamîna komplex a B12 qet nayê dayîn,

* Ji me re hat ragihandin ku li hinek girtîgehan cezayên dîsîplînê yên bi rengê ‘bêparhiştina ji aktîvîteyên çandî û sporê’ li hinek girtîgehan ‘bêparhiştin an jî sînorkirina amûrên ragihandinê’ tên dayîn li hinek girtîgehan jî girtiyên ku dikevin çalakiya greva birçîbûnê bi taybetî ji girtiyên din tên dûrxistin û wan dixin qawişeke cuda.”