Li 2 rojnamegeran cezayê girtîgehê hat dayîn
Li rojnameger Sadik Topaloglu û Sadiye Eser ji sûcê "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat dayîn.
Stenbol - Danişîna biryarê ya doza rojnameger Sadik Topaloglu û Sadiye Eser ên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna ku rojnameger tevli nebûn de parêzer Ayşe Acinikli û Ozcan Kiliç amade bûn. Di heman demê de Seroka Şaxa Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) ya Stenbolê Banû Tûna jî danişînê şopand.
Parezêr Ozcan Kiliç ê di danişînê de axivî, diyar kir ku dozger îdiayên xwe li ser îdiayên Ozgur Baran ava dike lê Baran tev li yek danişînê jî nebûye. Ozcan Kiliç da zanîn ku îdiayên şahidê ku rûbirû nehatiye guhdarkirin nikare li ber çavan bê girtin û bal kişand ser biryarên Dadgeha Bilind. Parêzerê ku da zanîn Sadiye Eser 10 sal in rojnamegeriyê dike, doza niha dozeke ku rojnameger lê tên darizandine û anî ziman ku straneke Kurdî ya di telefona Sadiye Eser de weke delîl xistine nava dosyayê û daxwaza beraetê kir.
"Delîl nîn e"
Parêzera Sadik Topaloglu Ayşe Acanikli jî diyar kir ku dozger dosyayê lêkolîn nekiriye, şahidekî ku beriya niha di çarçoveya dosyayê de îfade da bi lêv kir ku muwekîlê wê nas nake. Ayşe Acinikli diyar kir ku muwekîla wê bi nûçe û wêneyên ku çêkiriye nayê cezakirin û wiha got: “Delîleke şênber di holê de nîn e. Tiştên ku weke delîl hatin pêşkeşkirin hemû hatin pûçkirin.”
Dadgehê ku piştî parastinan biryara xwe eşkere kir, der barê rojnamegeran de bi îdiaya "endamê rêxistinê " 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.