Leyla Zana: Divê birêz Ocalan karibe pêwendiyê bi gelê xwe re deyne
Leyla Zana di peyama ku ji bo Konferansa Kurd a 20’emîn a li Parlementoya Ewropayê pêk tê re şand de got: “Divê birêz Ocalan karibe pêwendiyê bi gelê xwe re deyne.” Şîrîn Ebadî jî da zanîn ku dewlet bi berdana Ocalan re dê gavekê biavêje.
Navenda Nûçeyan – Konferansa Kurd a 20’emîn li Parlamentoya Ewropayê ya li paytexta Belçîka ya Brukselê tê lidarxistin bi axaftin û peyaman didome. Amadekara Konferansa 20’emîn Seroka Komîsyona Welatiyan a Tirkiye Ewropayê (EUTCC) hîndekara Zanîngeha Bergen a Norwêcê Kariane Westrheim destpêkê axivî.
Di rûniştina destpêkê ku endama Desteya Rêveberiyê ya EUTCC Dersim Dagdevîren moderatorî jê re dikir û Kariane Westrheim spasiya kedkarên konferansê kir û behsa guherînên siyasî û şêweyên tevlibûnê yên ji sala 2004’an ên destpêka konferansê û vir ve kir.
‘Banga Ocalan li Parlamentoyê hate nirxandin’
Kariane Westrheim bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û wiha got: “Navê birêz Ocalan êdî di çarçoveya aştî û çareseriya siyasî de li saziyên Ewropayê bi eşkere tê nîqaşkirin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Ocalan ku sala 2025’an kir, li Parlamentoya Ewropayê hate nirxandin. Parlamentoya Ewropayê bûyerên piştî vê bangê weke firsendeke dîrokî pênase kir. Eger Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê, dema ku mijar bibe demokrasî, mafên mirovan, serweriya hiqûqê û azadiya siyasî nabe ku di pirsgirêka Kurd de îstîsnayê bike.”
Kariane Westrheim ragihand ku pirsgirêka Kurd gelekî berfireh bûye, meseleya Kurd bi xwe divê bi aliyê xwe yê siyasî bê nirxandin û got: “Ev jî ferz dike ku diyaloga siyasî û rola Abdullah Ocalan bê nîqaşkirin. Me pirsgirêka Kurd ti carî di çarçoveya sînorên Tirkiyeyê tenê de nenirxandiye û konferansa EUTCC û torên ku ava kiriye ji çar aliyên Kurdistanê, yanî ji Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê deng û nêrînên cuda gihandiye hev.”
‘Aştî bi xwe pêk nayê’
Kariane Westrheim axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoya îro firsendekê pêşkêş dike. Lê belê ev firsend hîn aştî bi xwe nîn e. Divê em bi hêvî nêzî vê demê bibin, lê belê ji rastiyê jî dûr nekevin. Aştî ne tiştekî wiha ye ku bi xwe pêk bê. Destkeftiyên Kurdan ên salên dawî bi dest xistine hîn garantîkirî nîne. Ji ber vê jî EUTCC hîn xwedî roleke girîng e. Wezîfeya me ya îro tevkariya li piştgiriya vê pêvajoyê ye.”
Sînevîzyon û peyama Abdullah Ocalan
Piştî axaftina Kariane Westrheim sînevîzyonek li ser 20 salên dawî ya Konferansên Kurd ên li Parlamenta Ewropayê hate pêşandan. Piştre jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo konferansê şandibû, hate xwendin.
Xelatgira Xelata Azadiya Fikrî ya Sakharovê ya Parlamenta Ewropayê Leyla Zana ku nekarî beşdarî konferansê bibe, peyamek şand. Peyam ji aliyê Kariane Westrheim ve hate xwendin. Leyla Zana di peyama xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd deriyek gelekî dîrokî vebûye. Li dawiya tunelê ronahiyeke hêviyê ya gelekî xurt a ji bo siberojê xuya dike. Ji bo ev ronahî veguhere rastiyê, divê hemû aliyên siyasî bi berpirsyariyê rabin. Di heman demê de berjewendiya hevpar a her kesî ye. Ev berpirsyarî ya hemû aliyan e. Divê polîtîkaya redkirinê êdî bi dawî bibe; polîtîkaya qebûlkirin û naskirinê bikeve şûna wê. Divê birêz Ocalan karibe peywendiyê bi gelê xwe re çêke û ev meseleya bi pirsgirêk bêyî derengketinê bê çareserkirin.”
Şîrîn Ebadî: Birêz Ocalan pir bi wêrekî tevgeriya
Axaftvana sêyemîn a rûniştina destpêkê palpiştê konferansê Xelatgira Nobelê aktîvîsta mafên mirovan a Îranî Şîrîn Ebadî bû. Şîrîn Ebadî wiha got: “Beriya her tiştî spasiya birêz Ocalan dikim ku keda xwe di lidarxistina vê konferansê de heye. Birêz Ocalan bi wêrekî guherînên dibin dibîne. Ez birêz Ocalan pîroz dikim, ji ber bi wêrekî guherînên diqewimin dît. Dît ku êdî şert û merc rê nade têkoşîna çekdarî û biryar da ku li şûna çekê bi pênûsê têbikoşe. Bi dîtina min ev biryar gelekî rast e.”
Şîrîn Ebadî bal kişand ser rewşa li Îranê û got: “Li welatê me Kurd, Belûc, Azerî, Ereb; gelên cuda hene. Mixabin Komara Îslamî ya Îranê zimanên van gelan bi fermî nas nake. Halbûkî Kurd jî di nav de ev gel divê karibin li gel Farsî bi zimanê xwe hîn bibin, bixwînin û binvîsînin. Farsî dikare bibe zimanê hevpar ê me hemûyan. Lê belê her gel divê xwedî wî mafî be ku li welatê xwe bi zimanê xwe hîn bibe û bi kar bîne.”
Şîrîn Ebadî herî dawî anî ziman ku ew hêvî dike ku di konferansa sala bê de Abdullah Ocalan jî bibîne û destnîşan kir ku dewlet bi berdana Ocalan re dê gavekê biavêje û pêvajoya tevlibûna li nava Yekîtiya Ewropayê jî hîn kurt bibe.