Leyla Xalid dest bi greva birçîbûnê kir
Leyla Xalid a ku yek ji navên sembola têkoşîna azadiyê ya Filistînê ye, ji bo piştgirîdayîna 30 girtiyên Filistînî yên di greva birçîbûnê de ne, dest bi greva birçîbûnê kir.

Navenda Nûçeyan – 30 girtiyên Filistînî li dijî "çavdêriya îdarî" ya kêfî ya Îsraîlê di berxwedana greva birçîbûnê de ne.
Leyla Xalid a ku yek ji navên sembola têkoşîna azadiyê ya Filistînê ye, ragihand ku ji bo piştgirîdayîna berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Îsraîl di nava sala 2022’an de bêyî ku tu sûcdarkirin û darizandinan bike, hezar û 500 Filistînî di bin "çavdêriya îdarî" de digre.