Leydî Sapîens: Ezberên der barê jinan ên beriya dîroka nivîskî de xira dike
"Peykerên Venûsê” yên 45 hezar sal berê li herêmên cuda yên Avrasyayê derbasî dîrokê bûn, deriyê pirsên nû yên der barê jinan de vekirin. Pirtûka "Leydî Sapîens" a bi riya van şopan derket rê, ezberên têkildarî kokên mirovan xira dike.

Navenda Nûçeyan – Li herêmên cuda yên Avrasyayê, peykerên bedenên gir, bêrû ku dîroka wan digihîje 45 hezar sal berê hatin keşifkirin. Ev fîgurên ku mîna “Peykerên Venûsê” tên zanîn, deriyê pirsên nû yên der barê jinan ên beriya dîroka nivîskî de vedike; jinên ku bûne ilhama van berheman di rastî de çawa bûn?
Lêkolîneran nêzî 150 salan, nikaribûn delîlên arkeolojîk ên der barê jiyana rojane ya jinan de beriya dîroka nivîskî pêşkeş bikin û rolên wan ên civakî hatin paşguhkirin. Salên dirêj di çarçoveya zanistê de, klîşeya “Mêrê nêçîrvan, jina li malê dimîne” serdest bû. Hat diyarkirin ku mêr nêçîr dikin, keşf dikin û diafirînin; jin jî tenê mezinkirina zarokan û berpirsyarên karên malê ne. Lê belê di 15 salên dawî de ev têgihîştin her diçe vala derdikeve. Lêkolînerên nifşên nû, bi teknîkên kolandinê yên pêşketî û analîzên riya nû re, jinên kunedihatin dîtin, ji nû ve dîtbarî bûn. Ev vedîtin, eşkere dikin ku beriya dîroka nivîskî jin di civakê de xwedî pozîsyonek rêzdar, avakerên jiyanê, bi bandor û jêveneger bûn.
Qaliban serûbin dike
"Leydî Sapîens" a ji aliyê Jennîfer Kemer, Erle Pincas û Thomas Cirotteau ve hat nivîsandin, di ronahiya lêkolînên nû de, rola jinan a pêvajoya beriya dîroka nivîskî ya di avakirina civakê de ji nû ve derdikeve holê. Pirtûka ku bi awayê belgefîlmê hat nivîsandin, qalîbên zanistî yên di tevahiya dîrokê de hatine domandin serûbin dike û balê dikşîne ser rola diyar a jinan a di dîroka mirovahiyê de. Nivîskarên ku berhama xwe bi vedîtinên arkeolojîk û lêkolînên nûjên piştrast dikin, Îsbat dikin ku jin ne tenê perçeyeke civakê ne, di heman demê de avakarên jiyan û civakê ne. "Leydî Sapîns" mîna berhemeke balkêş ku ezberên der barê kokên mirovahiyê de xirab dike, bandor û rêzdarkirina jinan a beriya dîroka nivîskî ji nû ve pênase dike, derdikeve pêş.