Lêkolînerên Misirî: Jehrîkirina xwendekarên jin sûcekî mirovî ye

Nivîskar û Lêkolînerên Misirî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didome nirxandin û bi gotina “Jehrîkirina xwendekaran sûcekî mirovî ye” banga hevgirtinê kirin.

ASMAA FETHÎ

Qahîre – Serhildanên Jin, Jiyan, Azadî ya piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir di meha xwe ya 8’an de didome, ji her derê peyamên piştgiriyê bi jinan re tê. Lêkolîner û nivîskarên Misirî tekez kirin ku rewşa Îranê di hemû astan de metirsîdar e, bi çewsandin û zextan destkeftiyên jinan paşve diçin û ji bo raya giştî ya navnetewî banga hişyariyê kirin.

‘Hevgirtin riya rizgariyê ye’

Nivîskar Şeymaa El-Şorabî bal kişand ser zext û ferzkirinên li dijî jinan a ji aliyê hikumeta Îranê ve tê kirin û wiha got: “Li Îranê destkeftiyên jinan di metirsiyê de ye. Nexwendina keçan heya temenekî diyar zora gelek malbatan anî, her wiha bûyerên jehrîkirinên ev hemû tiştên dij mirovî ne. Di asta hundirîn de hevgirtin riya rizgariyê ye, dive li ser xwendina keçan bi îsrar bin ji ber ku li dijî paşketinê û ferzkirina qedexeyan a li ser jinan ev çeka wan e. Lewra divê jin dest ji têkoşînê bernedin û bi mafên xwe wekhevî de bawer bin.”

Nûnera Komeleya El Bidaya ya Menşiyet Nasir Zekiye Ebdulhemîd balkişand ser rewşa jinên Îranê ku çawa rastî zextên giran tên û wiha nêrînê xwe anî ser ziman: “Zext û binpêkirinên li dijî azadiyan nayê qebûlkirin. Di hemû şert û mercên siyasî de tundûtujî nayê qebûlkirin, ji ber ku bikaranîna zextê ji bo pêkanîna armancên siyasî, olî encamên ters û redkirinek giştî derdixe holê. Pêşeroja Îranê jî dê wisa be di siya ewqas zordarî bi jinan ne dûr şoreşek dijî wan biryaran û zextan derkeve.”

‘Pêdiviya jinên Îranê piştgiriyê heye’

Nivîskar, lêkolîner û birêvebira Bernameya Mekanîzmayên Navnetewî li Weqfa Jina Nû Lemya Lutfî anî ziman ku kirîza Îranê roj bi roj aloztir dibe û wiha pêde çû: “Gelek siyasetmedar û mafnasên jin winda bûn, hawara xwe şandin gelek dewletan ku wan ji metirsiyên jiyanî xilas bikin. Rewşa Îranê di hemû astan de metirsîdar bûye. Bi taybet tevgerên dijî hîjaba jinan û derketina jinan di qada siyasî û giştî de rawestîne. Îran ji karê cîhanî yê mafnasî nedûr e jinên her roj rastî tundûtujiyê û kuştinê tên pêdiviya wan bi piştgiriya navnetewî heye.”

‘Bi bûyerên jehrîkirinê dixwazin tola xwe ji jinan hildin’

Lemya Lutfî bal kişand li ser kêmbûna zanyariyên derbarê serhildana li Rojhilat û Îranê didome û wiha pêl da axaftina xwe: “Bi rastî rewş bi tirs e ji ber ku bûyerên jehrîkirina keçan piştî belavbûna wêneyên wan tê de rêjimê û rêveberên siyasî red dikin pêkhat, bi kiryarekî hovane weke tolhila xwe ji jinan hildigirin.”

Lemyaa Lutfî ya anî ziman ku ji bo jinên Rojhilat û Îranê piştgirî hewce dike axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku rewşa Îranê pir zehmet bûye gef li jiyana gelek jinan li wir tê xwarin. Divê ev piştgirî bi awayekî rêxistinkirî bi riya komek kar be ji bo bandorê li ser rewşa heyî bike, rewşa jinên Îranê red bikin û zexteke navdewletî li ser desthilatên Îranê bikin bi riya demokrasî, azadî û mirovatiyê de ji bo pêşerojek ewletir ji hemwelatiyan re.”