Krîza li Lubnanê kûrtir dibe
Akademîsyên û çalakvana siyasî Xulûd Hemûş piştrast kir ku Lubnan ji ber krîzên siyasî, leşkerî û civakî di qonaxeke pir aloz re derbas dibe, her wiha ev kirîz jî bandoreke rasterast li ser hebûna civakê dike.
FEDIYA CUMA
Lubnan — Di welat û herêmêde pêşketinên bi lez re krîz jî kûrtir dibin. Ev yêk bi xwe re pirsên ji bo pêşeroja Lûbnanê û heman demê de wê civak li hember çewsandinên heyî di kîjan astêde bikaribe berxwe bide ava dike.
Li vir geşedanên leşkerî, siyasî û civakî di nava hevde derbas dibin, li ser civaka Lûbnanê bi taybetî jî civaka ku di eniya şer ya di başûrê Lûbnanê de dijîn analîzên li ser êş û zehmetiyên wan derdikevin pêş.
Akademîsyan û çalakvana siyasî û civakî Xulud Hemûş, li ser van mijaran nirxandin kir û diyar kir ku, ji bo ku welat fêm bike ka çi qewimiyê têra xwe êş kêşandiye, hêvî dikim ku ev êşên tên jiyîn bi taybetî jî xelkê başûr bibe dawiya pêvajoyek bi êş.
‘Tekoşîna heyî ji bo parastina axê bû’
Hulud Hemûş diyar kir ku, her çend asta wêranî û zirarê diguhere jî lê, gelê başûrê Lubnanê di şerên li pey hev de ji bo parastina nasname û hebûna xwe bedelên giran dane. Wê diyar kir ku ev berxwedan li ser parastina axa xwe ji aliyê gel ve hatiye avakirin û berdewamiya têkoşînekê ye ku ji sala 1948’an vir ve didome, û tekez kir ku ew ê "heta ku dawiya efsaneya Îsraîlê" neyê wê berdewam bike.
Hulud Hemûş rewşa leşkerî ya heyî nirxand û got ku Lubnan di “pêvajoyek wisare derbas dibe ku ji her îhtîmalê re vekiriye.” Hulud Hamûş dibêje: “Îsraîl hewl dide ku bi îdiaya "Hizbullah operasyonek pêşîlêgir pêk aniye" bi vê re dixwaze aloziyên xwe rewa bike. Hulud Hamûş got ji roja peymana agirbest ve Îsraîlê êrişên xwe qet ne rawestandiye.
Hulud Hemûş diyar kir ku: “Ji ber plan û xewna dewleta Îsraîlê ji deryayê heta deryayê dirêj dibe lewra ev rewşa heyî çi bi dîrokê ve girêdayî ye çi jî mûşekan ve girêdayî be neçare wê pêk were.”
'Me dît ku Îsraîl gefê li Tirkiyeyê û DYA gefê li Kubayê dixwe'
Hulud Hamûş, serdema heyî wekî qonaxa herî dijwar bi nav kir û diyar kir ku gefên rojane yên li cîhanê êdî bi herêmê ve sînordar nînin, lê li welatên din jî belav dibin û got, “Me dît ku Îsraîl gefê li Tirkiyeyê û DYA gefê li Kubayê dixwe.”
Rexneyên li ser hikûmetê
Hulud Hamûş, ku rexne li pratîkên Lubnanê jî kir û got: “Di polîtîkayên derbarê kesên bêwar de kêmasiyeke cidî heye.” Hulud Hemûş diyar kir ku dibistanên ji bo bicihkirina penaberan hatine vekirin paşê hatine girtin an jî ji mirovan hatiye xwestin ku derkevin û got ku tevî nîşaneyên eşkere yên şerê nêzîk jî, krîz bi awayekî çalak nayê çareserkirin û di pêşxistina planên alternatîf de ji bo parastina sivîlan ti cidiyet tune.
Hulud Hamûş jî rexne li rola komeleyan kir û diyar kir ku ew jî têrê nakin. Wê got ku welatî hîn jî di bin bandorên şerên berê de dijîn û ji ber pêlên koçberiyê yên berdewam, di bin zextên derûnî û madî yên zêde de tên perçiqandin. Hulud Hemûş diyar kir ku: “Ev pêvajoya koçberiyê bi hesasiyetên navxweyî û hesabên mezhebî ve girêdayî ye, li hin herêman destûr nayê dayîn ku welatî bikevin nava welat de.” Wê tekez kir ku atmosfera tirsa hevbeş a di navbera Lubnanî de encama medyayê û teşwîqkirina herêmî ye ku dabeşbûnên mezhebî kûrtir dike.
Rexneyên li ser rêxistinên navneteweyî
Hulud Hamuş, rola rêxistinên navneteweyî jî pirsî, diyar kir ku hebûna wan bûye gumanbar û got: "Gelo ew hîn jî hene? Çawa dikare bawerî bi wan were anîn?" Hulud Hamûş diyar kir ku nebûna edaleta navneteweyî êdî bi awayekî zelal derdikeve pêş û dibêje: “Ger serokên cîhanê pesnê kuştina serokên welatên din didin, em dikarin behsa çi cure edaletê bikin?"
Hulud Hemûş diyar kir ku ev rewşa heyî pirsên cidî li ser pêşeroja danûstandinan û aştiyê derdixe holê, her wiha dibêje cihan ji hêla nirxên siyasî û mirovî ve hilweşandinek cidî jiyan dike. Hulud Hemûş diyar kir ku bûyerên îro nîşaneyên nebûna edaletê diyar dikin. û got: “Ne di siyasetê de ne jî di danûstandinan de edalet nîne. Îro cîhan ji hêla kesên şêt ve tê rêvebirin.”
‘Zextên li ser jinan du qat zêde bûne’
Derbarê rola jinan de, Hulud Hamuş diyar kir ku jin her tim hêzek piştrast û têkoşer bûne, barê krîzên aborî, siyasî û civakî yên kombûyî hilgirtine ser milê xwe. Zextên li ser jinan du qat zêde bûne, ji ber ku ew berpirsiyariya hem parastina malbatê, birêvebirina karên malê û hem jî dabînkirina hewcedariyan di şert û mercên jiyanê yên dijwar de digirin ser xwe.
Tevî van hemû bargiraniyan, Hulud Hemûş destnîşan kir ku jin hîn jî wekî "girêka herî qels" têne dîtin, lê tekez kir ku jin di warên alîkariya civakî û mirovî de bi hêz derdikevin û di piştgiriya civakên bandordar de rolên sereke digirin ser xwe. Wê got, "Tiştê ku em îro dijîn ne meseleya jin û mêran e, lê belê krîzeke mirovî ya berfireh e.”
Nûnertiya siyasî hîn jî sînordar e
Hulud Hamûş diyar kir ku nûnertiya jinan di qada siyasî de hîn jî sînordar e, û destnîşan kir ku tevî hewldanên jinan, hebûna wan di jiyana siyasî de bi awayekî berbiçav neguheriye. Wê destnîşan kir ku pirsgirêk ne tenê li ser temsîliyeta hejmarî ye, lê di heman demê de ji nebûna vîzyonek nasnameya siyasî ya zelal jî derdikeve holê, ku hewldanên jinan parçe parçe dike û encamên wan belav dike. Wê zêde kir ku çarçoveyek berfireh tune ku vê potansiyelê veguherîne bandorek rastîn.