Krîza aborî jinan neçarî koçberiyê dike
Li Îranê ji ber krîza aborî ya ku kûr dibe, bi hezaran jin ji bo bikaribin debara xwe bikin, neçar dibin koçberî welatên din bikin. Jinên ku ji bo xebatên diçin welatên cîran, bi mercên bê ewle yên kar, zextên civakî re têdikoşin.
SAYE MOHBÎ
Urmiye – Li Îranê ji ber krîza aborî ya ku kûr dibe, bi hezaran jin ji bo debarê ji neçarî koçberî welatên din dibin. Jinên Îranî ku ji bo xebatê diçin welatên din, tevî mercên xizaniyê, neçar dimînin bi zextên civakî, nêrîna ku wan derexlaqî nîşan dide û mercên bê ewle yên xebatê re têdikoşin. Koçberî ji bo gelek jinan, tekane riya jiyanê ye û di wê rêwîtiyê de, tenêtî û vederkirinê dijîn, ji bo rûmeta xwe têdikoşin.
Pirsgirêkên aborî li Îranê awayê koçberiya karkeran jî guherandiye. Her çendî der barê koçberiya jinan de daneyên tezekbûyî tunebin jî, daneyên fermî, nîşan didin ku endeksa xizaniyê ji her sedî yek zêdebûnê ji sedî 5 koçberiya jinan zêdetir kirine. Di deh salên dawî de, Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê, bûn cihên koçberiya jinên Îranî. Xizanî, tunebûna derfetên kar, mûçeyên bêedalet, bêîstîqrariya aborî û sedemên weke hevberdanê, di biryarên koçberiya jinan de roleke diyarker dilîzin.
Sîma K. ya li Hewlêrê dijî û dixebite, der barê vê mijarê de wiha got:
"Ez nikaribûm li Îranê bi mûçeyek 3-4 milyon Tûmenî rojê 12 saetan bixebitim. Tenê karên şîrketên barhilgir, karê sekreteriyê û karkeriya firotanê hebûn. Zehmetî û demjimêrên xebatê bi mûçeyan re li hev nedikirin. Min tevî dijberiya tund a malbata xwe îsrar kir, ji ber ku min dixwest serbixwe bim. Min berê xwe da Başûrê Kurdistanê û tevî ku zehmet bû jî min ji xwe re karek dît.”
Jiyana bi tabuyan zext û dijminahiya li diijî jinan e
Piraniya van jinan, qada jiyana xwe mîna têkoşîneke di navbera tabû, zex û tundiya li dijî jinan de dibînin. Diyar dikin ku bi taybetî dema kesekî nas an jî kesekî ku piştgiriya wan dike nebe, di peydakirina kar de zehmetiyan dikşînin û li cihên kar bi zextên exlaqî û newekheviya aborî re rû bi rû dimînin. Piraniya wan jinan, li salonên bedewiyê mîna karmendên xizmetê yan jî kuafor dixebitin.
Jin rastî gelek zehmetiyan tên
Piraniya mûçeya kesên ku bi salan dixebitin, bi navînî 500 dolar an jî hinek zêdetir e. Ev mîqdar jî bi zorê kirê, veguhestin û pêdiviyên bingehîn li welat pêk tîne. Lewma hinek kes ji bo pere kom bikin an jî piştgirî bidin malbatên xwe xaniyên hevpar kirê dikin an jî di odeyên li cîhên kar ên ku amûr û alav li wan hene de dimînin. Tevî hemî zehmetiyên heyî jî pirsgirêka herî bi stres a ji bo her yek ji van jinan, dirêjkirina destûra rûniştinê ye. Senur M. ya di bazara xizmetê de dixebite, rewşê wiha tîne ziman: "Di çend salên dawî de me gelek caran fikara dirêjnekirina destûra rûniştinê jiya û bihayê nûkirina rûniştinê ya salane bû hezar dolar.”
Lê belê, jinên ku bi saya jêhatiyên xwe di nava salan de dikaribûne karsaziyên serkeftî ava bikin û koçberiyê veguherînin riyeke serkeftinê jî ne kêm in gihîştina vê astê jî piştî zehmetiyên mezin tê.
Gelek jinên ku ji bo xebatê diçin Başûrê Kurdistanê, li Îmaratên Ereb ên Yekbûyî, Tirkiye û deverên wekhev, bi etîketên exlaqî re rû bi rû dimînin. Li Rojhilata Navîn, jin ji ber nêrîna amûrkirinê ya jinên Îranî ya bi taybetî ji ber sedemên aborî, du caran rastî binpêkirinan tên û li her du aliyên sînor jî neçar dimînin rûmeta ku ji ber "li Îranê jinbûn" tê tehdîtkirin, biparêzin.
Jin neçar in bi mûçeyek kêm saetên zêde bixebitin
Jina bi navê Sîma, wiha dibêje: "Ez di karê xwe yê ewil de, heft rojên hefteyê bêyî destûr 13 demjimêran dixebitîm. Bi rastî jî zehmet bû, ji ber ku rêvebera min jin bû, ez du salan li wir mam. Ruxmê vê yekê jî hinek jin tenê ji ber şert û mercên aborî û mûçeyên kêm, ji bo serxwebûna xwe neçar dimînin bêyî daxwaza xwe neçarî hinek karan bibin. Ev yek jî li ser jinên Îranî têgihîştinek pir xirab diafirîne. Dema em vedigerin Îranê jî rewş eynî ye. Me bi hemû kesan re eynî dibînin. Di navbera me û kesên ku fuhûşê dikin de tu ferqê nabînin. Em di mercên bi vî awayî de ne, em ne dikarin vegerin rabirdûyê û ne jî pêşerojek me heye.”
Gelek jinên mîna Sîma û bi hezaran jinên din hene ku neçar in çarenûsa xwe ji ber nebûna hawirdorek guncaw feda bikin. Jinên ku welatê xwe di zincîran de dibînin û bi hêviya serxwebûn û jiyana mirovî diçin cihên dûr, dibin jinên ku dixwazin barê xizaniyê sivik bikin lê dîsa jî rastî zexta çand û zîhniyeta baviksalar tên… Ev mijareke wisa ye ku divê bê nirxandin û divê di hişê hemû kesan de vê pirsê derxe holê: Gelo em çawa dikarin dawî li vê yekê bînin?