Kralîçeya Brîtanya Elîzabeth a duyem jiyana xwe ji dest da
Qesra Buckingham ragihand ku kralîçeya Brîtanya Elîzabeth a duyem di temenê xwe yê 96 salî de jiyana xwe ji dest da. Kurê wê Charles Philip bû Kralê Brîtanyayê.

Navenda Nûçeyan – Qesra Buckingham ragihand ku kralîçeya Brîtanya Elîzabeth a duyem ku zêdetirî 70 salan li ser hikum bû, di temenê xwe yê 96 salî de di 8’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da.
Piştî ragihandina mirina Elîzabeth a duyem, kurê wî yê herî mezin Charles Philip bû Kralê Brîtanyayê.
Hêjayî gotinê ye ku kral Elîzabeth di 6’ê Sibata 1952’an de piştî mirina bavê wê George VI, bû kralîçeya Brîtanyayê.