Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîmê’ derket
Hejmara 81’emîn a Kovara Jin bi berga ‘Bi ziman û govenda xwe em rê nadin faşîzmê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/09/20240915-690x390cc-ist-15-09-2024-jindergi-81-sayisi-yayimda1-jpg24cfb4-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Kovara Jin ku her roja Yekşemê derdikeve, bi hejmara 81’emîn a vê hefteyê bi berga ‘Bi ziman û govenda xwe em rê nadin faşîmê’ derket pêşberî xwendevanên xwe. Rojname di vê hejmarê de balê dikşîne ser helwesta desthilatdariyê ya li dijî çand û zimanê Kurdî ku bi girtin û binçavkirinê asteng dike.
Nivîsên di vê hejmarê de cih girtine ev in:
*Di serdema dijîtalê de lingê herî girîng ê mordernîteya kapîtalîst: Nijadperestî -Oznûr Deger
*Şaşîtiyên qanûnî" -Ayşe Acinikli
*Li Tirkiyeyê tecrubeyên Kurdan ên li ser perwerdeya bi zimanê dayikê -Dîlan Guvenç
*Çavên zarokan li we ye: Ne dema gotinê dema çalakiyê ye -Bêrîtan Elyakut
*Patrîyarkaya Kapîtalîst û keda jinê -Hîcran Urun”