Kovara Afaq Almeraa di weşanê de salek li pey xwe hişt

20’ê Gulanê yekemîn salvegera weşana kovara Afaq Almeraa ye. Sernivîskara kovarê Nêrgiz Îsmayîl got: “Ji bo civak vegera jiyana xwe ya xwezayî em ê şoreşa pênûsê ya jinan bi ser bixin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- 20’ê Gulana 2023’an yekemîn salvegera weşana kovara “Afaq Almeraa” (Asoyên Jinan) e ku li ser navê jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikeve. Afaq Almeraa kovareke rewşenbîrî, siyasî û çandî dest bi weşanê kir. Her du mehan carekê bi zimanê Erebî tê weşandin. Sernivîskara kovara Afaq El- Mera, Nêrgiz Îsmayîl têkildarî salvegera Afaq El-Mera (Asoyên Jinan) ji me re axivî.

‘Jin asoyên xwe dirijînin ser rûpelên kovarê’

Sernivîskara kovara Afaq Almeraa Nêrgiz Îsmayil, yekem salvegera damezrandina kovarê li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî yên rewşenbîr û nivîskar pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Zanista jinan wexta digihîje rewşeke ku xwe pênase bike dest bi pênûs û nivîsandinê. Dema ku hizir, xweza, lêgerîn û daxwaza xwe ji bo azadiyê bi kar bîne, di heman demê de avakirina civakeke komînal û demokratîk pir watedar dibe. Cihê şanazî û serfiraziyê ye ku jin bi nivîsê vê hêzê bi xwe re ava dikin û asoyên xwe dirijînin ser rûpelên kovarê.”

Merc û zehmetî veguherîn hêzê

Nêrgiz Îsmayil bal kişand ser rewşa ku herêma wan tê re derbas dibe her wiha zehmetiyên ku kişandine heya gihîştine vê astê ku vediguherînin hêzê û wiha berdewam kir: “Bêguman hê jî em di şert û mercên dijwar de dijîn, krîza Sûriyeyê berdewam dike, li kêleka wê, li ser asta herêma me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hê jî jî aramî tune ye, weke tê zanîn hê jî şer û dagirkerî li welatê me heye. Bajarên me hatine dagirkirin, jin û zarok zor zehmetiyan dikşînin.

20’ê Gulana 2024’an, me çapa xwe ya 7’an jî derxist. Bi gelek şert û mercên zehmet, ne tenê di aliyê madî û erdnîgariyê de. Belê jin xwedî nasnamyeke ku zanist û felsefeya jiyana demokrat û azad dihewîne ye lê pênasekirin û derkirina nasnameya xwe, bi nivîsan li ser rûpelan zehmet bû. Bi hezaran salan hatiye qedexekirin li ser jinan û ew bêdeng hatine hiştin. Belê her çiqas ev zorî hebin jî jin dikarin li ber xwe bidin û zayînên nû çêbikin.”

Kovara Afaq El-Mera çawa xwe gihand jinên cîhanê?

Nêrgiz Îsmayil da zanîn ku kovara wan ji Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye, li ser asta Sûriyeyê belav bûye, li her derê xwe gihandiye jinan û wiha pê de çû: “Me ji Cizîrê dest pê kir, em li ser asta Sûriyeyê ji bilî çend herêman ji ber rewşa wan a taybet, em kovara xwe belav dikin. Hem çapkirî, hem jî pdf em li ser malpera xwe ya fermî ya medyaya civakî diweşînin. Dan û standin pir heye, ev kovar cihê kêfxweşiya gelek jinan e. Niha beşdarbûna giştî jinên Rojhilata Navîn û Ewropayê di kovara Afaq El- Mera de heye.”

Armancên Afaq El- Mera yên ji bo pêşerojê

Nêrgiz Îsmayil teqez kir ku ew ê bi bîr û baweriya azadiya pênûs, nasname û asoyên jinan ên ku ji bo demokrasiyê têdikoşin, xwe birêxistin bikin û wiha bi dawî kir: “Bi salvegera yekemîn a kovara me ku ji bo me gaveke dîrokî û girîng e, em armancên xwe jî mezintir dikin. Di sala pêşî de em dixwazin beşdarî gelek pêşangehan bibin, li ser mijarên xwe yên kovarê semîneran li dar bixin û di heman demê de rê û rêbazên xwe yên kovarê belav bikin, bi taybetî li jinên têkoşer, rewşenbîr, helbestvan, siyasetmedar û nivîskar.”