‘Ji ber ku biha zêde bûye em nikarin ardik peyda bikin’

Radya Refrafî ku li ser riya Sebicê bi çêkirina nanê kasra bi tevlikirina ardikê wek nanê Tûnisê tê nasîn 16 sal in debara mala xwe dike, dibêje ku biha gelek zêde ye ew nikarin ardik peyda bikin.

ÎXLAS EL HAMRUNÎ

Tûnis-Dema ku hûn ji bajarê Qefsa yê Tûnisê ber bi parêzgeha Kairouanê ve diçin, bi îhtîmaleke mezin hûn li herêma ku şaredariya Şebike lê ye, di kozikek li kêleka rê de jineke nan difiroşe dibînin. Navê jina ku di her demsalê de nan difiroşe, tevî hemû zehmetî û nexweşiyan, Radya Refrafî ye ku yek ji wan bi dehan jinên weke wê li gundên Sebikeyê dijî û hewl didin debara jiyana xwe bike.

Radya Rafrafî nanê kasrayê ku cureyekî nanê Tûnisê ye çêdike, behsa buhabûna malzemeyên ku tevli nava arvan dike kir û diyar dike ku bi taybetî ardik gelekî biha ye û nayê peydakirin.

'Carna tişta ku ji destên me tê têra pêdiviyên malê nake'

Radya Rafrafî ya ku ji toza wesayîdan a li kêleka rê gazinan dike, dibêje ku 16 sal in nanê kasreyê ku bi ard û ardik weke nanê Tûnisê tê nasîn çêdike û difiroşe. Radhya Rafrafî bi van gotinan behsa destpêka rojê dike:

“Ez serê sibê saet di 3:00 de şiyar dibim. Malzemeyên ku ji bo agir hilgirim li ser pişta xwe digrim û diçim firinê. Piştî ku hevîrê xwe çêdikim, hêk, bîber û pîvazan li ser êgir dipêçim. Min ew xist nav hevîrê ku min amade kir. Hevjînê min 3 emeliyat derbas kir. Ji ber ku ew nikare bixebite, ez bi salan e der barê mala xwe dikim. Em bi kurê xwe yê mezin re dixebitin. Lê pereyê ardik, bîber û sotemeniyê gelek bi mesref e. Carna tişta ku ji me re maye têra hewcedariyên malê nake. Havînê di germê de, zivistanê jî di sermaya bin sifirê de dixebitim. Gelek nexweşiyên min hebûn. Bijîjk ji min re dibêje kar neke. Roja ku em nexweş bibin an jî westiyayî, em nikarin heqê xwarina êvarî derxînin. Ji ber ku çavkaniyek din ya debarê tune ye. Ji bo vê yekê em daxwaz ji rayedarên pêwendîdar dikin ku destên alîkariyê bidin me û buhayê madeyên xav bi taybetî ardik kêm bikin.”