Koordînasyona Kongra Star ji bo salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyanî da

Koordînasyona Kongra Star bi boneya 10’emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga bilindkirina hêz û xurtkirina vîna jinan li hember dijiminên şoreşê û destkeftiyên jinan kir.

Qamişlo- Şoreşa Jinan a li Rojavayê Kurdistanê di nava 10 salan de gelek destkeftiyên jinan mayinde kir û bûn mîrasên dîrokî ji têkoşîna jinan re. Bi boneya 10’emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşa jinan Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

Em di destpêkê de 10’emîn salvegera şoreşa jinan a Rojavayê kurdistanê li Gelê Kurd û hemû mirovahiyê pîroz dikin. Ji berxwedana dîrokî ya Kobanê, heta roja me ya îro, hemû kesên di xebatên parastinê, mezinkirina şoreşê de cihê xwe girtin û di vê oxirê de ked dan silav dikin. Em careke din soz didin ku heta dawiyê em ê nirx û destkeftiyên me di oxira wê de canê xwe daye biparêzin.

Finda Şoreşa Rojava ya destpêkê berî niha 10 salan di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê pêketî, kirî şoreşa jinan çi ye? Çima em qala şoreşeke jinan dikin? Ji her temenê jinan, ji destpêkê ve, di asta pêşengiyê de, di her qada şoreşê de cihê xwe girtin. Hêzên YPJ’ê, li dijî çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya dewleta tirk pêşengiya berxwedana hêza cewherî girtin ser milên xwe bi awayekî wêrek, bi biryardarî li ber xwe da û hêza jinan a rêxistinkirî nîşanî tevahî cîhanê dan. Ji her çar aliyên cîhanê jinan bi navê mirovahiyê berê xwe dan Rojava, cihê ku nirxên mirovahiyê lê tên parastin û di nav refên YPJ’ê de cihê xwe girtin. Ji bo vê şoreşa ku nirxên me hemûyan e biparêzin canê xwe dan. Bi vê wesîleyê, ji Arîn Mîrkanan heta Anna Campbella, ji Ivana Hoffman, heta Avesta Xabûr, ji Zîlan Ereb heta Amara Cerablus hemû şehîdên xwe yên parastinê bi rêzdarî bi bîr tînin.

“Bi şoreşê re jinan pergala xwe ava kir”

Berî her tiştî, di destpêkê de jinan bi awayekî xweser û serbixwe di nava şoreşê de xwe bi rêxistin kirin û cihê xwe tê de girtin, bi vî awayî rengê xwe dan şoreşê. Rastiya ku şoreşa Rojava kir şoreşa jinan ev e, ango diyalektîka xweserî, rêxistin û azadiyê ye. Ji ber ne wekî kes bi awayekî xweser û serbixwe xwe ji nû ve vesazkirin, dikaribûn di jiyana civakî û siyasî de, bibin kirdeya guhertineke radîkal. Di pêvajoya şoreşê de jinan sîstema xwe ava kir. Şoreşê bi awayekî şênbertir nîşanî me da ku sîstema jinan a konfederal û mekanîzmayên wê yên xweser bingeha sîstema demokratîk a giştî, ekolojîk û azadiya jinan ava dike. Ji ber vê yekê di nav giştî de jî rêxistina jinan a xweser û serbixwe xwedî cihekî stratejîk e. Ji ber vê yekê di rewşa heyî de biryar, polîtîka, parastina cewherî û di biryarên din ên civakî de rêxistinîbûna jinan û tevlibûna wan xwedî cihekî diyarde ye.

“Hêza rêxistina jinên çalak nûnertiya bingehîn a guhertin û veguhertinê dike”

Şoreşa me ya jinan, pîvanên sazîbûna wekhevî û azadiyê bi awayekî şênber derxist holê. Şoreşê tenê bala xwe neda ser pirsgirêkên statuya rêveberiya xweser û ya siyasî. Di heman demê de di pêvajoya jinûveavakirina pêvajoya sîstema demokratîk de jî bi xwe re guhertin û veguhertineke civakî tîne. Hêza rêxistina jinên çalak nûnertiya bingehîn a vê guhertin û veguhertinê dike. Şoreşa me di vê wateyê de hêza jinan a cewherî û potansiyela wan nîşan da. Şoreşê nîşan da ku îradeya jinan di çareseriya pirsgirêkên civakî û avakirina sîstema demokratîk de çiqas bi bandor û pêşeng e. Ji vî alî ve şoreşa 19’ê Tîrmehê hêzên guhertin û veguhertina civakî derxistin holê. Şoreşa Rojava û ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, jinan ji statuya wê ya kevneşop û paşvero derxist û kir navenda têkoşîna guhertina civakî, kir navenda jiyan û siyasetê. Tevlibûna wekhev-nûnerî bi sîstema hevserokatiyê re girt bin ewlehiyê. Bi vî rengî jinên rêxistinkirî kir pêşengên siyaset û demokrasiye û siyasetê kişand zemîna rast. Di vê wateyê de jinan forma zanabûn û têkoşînê derxistin holê, forma siyaseta giştî, zanabûn û têkoşînê belav kirin.

“Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinên Kurd bû şoreşa hemû jinên herêmê”

Şoreşa 19’ê Tîrmehê her çendî li Rojava di pêşengiya jinên Kurd de bi pêş ketibe jî bi demê re bû şoreşa hemû jinên heremê û heta ya jinên cîhanê. Şiyara Jin jiyan azadî ji Rojava dest pê kir û li hemû cîhanê deng veda. Destpêkê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li çar aliyên cîhanê jin li şoreşê xwedî derketin. Ji vî alî ve şoreş ji bo tevgerên jinan ên cîhanê bû cihê bêhnstandinê û derketinek pê da kirin. Niha ya girîng ew e ku ev zemîn di milê herêmî û kurewî de were pêşxistin.

Wekî Kongra Star em parçeyekî tevgerên heremî û cîhanî ne. Wekî em ji têkoşîna azadiya jinên cîhanê û hevgirtina wan hêzê digrin, bi ceribandin û serkeftinên xwe ve dibin çavkaniya îlhamê. Bi wesîleya salvegera şoreşa me ya jinan em dixwazin girêdana wê ya bi diyaletîka kurewî ve hîn xurtir bikin. Armanca me ew e ku em sedsala 21'ê bikin serdema şoreşa jinan.

“Tu hêz nikare gelê rêxistinkirî têk bibe”

Dema em 10. salvegera şoreşa xwe pêşwazî dikin li herema Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê em rûbirûyê gefên dagirkirineke nû ya dewleta tirk in. Hêzên navneteweyî bi awayekî veşartî yan jî eşkere êrîşên dewleta tirk a faşîst destek dikin. Em wekî Kongra Star dibêjin li dijî hemû êrîşan a girîng hêza gel a cewherî, îradeya cewherî û parastina cewherî ye. Wekî bersiva şîara Şoreşa Şîliyê ya ku dibêje "Tu hêz nikare bi gelekê rêxistinkirî" (El Pueblo Unido Jamas Sera Vencido) dibêjin ku tu hêz nikare bi gelê di bingeha şerê gelê şoreşgerî de xwe bi rêxistin kiriye. Em ê di pêşengiya jinan de rêxistina xwe mezin bikin û şerê gelê şoreşgerî bilind bikin, rê nedin dagirkeran bi têkoşîna xwe heremên xwe yên di bin dagirkeriyê de rizgar bikin. Bangawaziya me ji hemû jin û gelên cîhanê re ew e ku şoreşa me ya ji hemû mirovahî, bi taybetî jî ya jinan re bûye hêviyek mezin bihêz bikin. Em ê dawiya dagirkeriya faşîst bînin, tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê parçe parçe bikin. Em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêkan bikin û wekî gelê Kurd hebûna xwe azad bikin.