Kongreya Yekitiya Ragihandina Azad bi hilbijartinan bi dawî bû

6’emîn Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad bi dirûşma “Pêkve ber bi ragihandina hişmend, berpirsiyar û sinc ve” li bajarê Qamişlo destpêkiribû bi hilbijartina hevserokên nû bi dawî bû.

Qamişlo- Yekîtiya Ragihandina Azad bi dirûşma “Pêkve ber bi ragihandina hişmend, berpirsiyar û sinc ve” konferansa xwe ya 6’emîn li hola kongreyan a zanîngeha Rojava bi tevlîbûna 200 delegeyan destpêkir. Gelek sazî û dezgehên ragihandinê, rojnamevan, rewşenbîr, Tev-dem, Rêveberiya Xweser û YPJ/YPG di konferansê de amadebûn. Her wiha hola Konferansê bi wêneyên cangoriyên ragihandina azad û dirûşmeyên “Ragihandina azad wîjdan û dengvedana civakê ye” û “Ber bi ragihandina pîşedar û sinc ji bo avakarina civaka azad” ve hatibû xemilandin.

Piştî axaftina vekirinê, dîwana konferansê hate hilbijartin. Paşê Rapora salane ya Yekîtiya Ragihandina Azad hate xwendin. Piştî wê rêziknameya Yekîtiya Ragihandina Azad hate xwendin û guhertin û veguhertin hatin çêkirin. Herî dawî jî hilbijartin pêk hat, Hevserok û endamên Meclîsê hatin diyar kirin. Hevserokên nû ya Yekîtiya Ragihandina Azad Malwa Elî û Dîlyar Cizirî hatin hilbijartin. Her wiha 13 endam jî ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek Meclîsa Yekîtiya Ragihandina Azad hatin hilbijartin.

“Hewildana me ew bû ku karek serkeftî bimeşînin”

Axaftina girtinê ya Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad,  ji aliyê hevserokên berê yên Yekîtiya Ragihandina Azad ve wiha hate kirin: “Di pêşiyê de em spasiya hemû rojnamevanên ku îro li vir amadebûn dikin. Me îro kar û xebatên ku me meşandiye nirxand. Em îro gelek kêyfxweşin ku karek wiha me meşand. Hewildana me ew bû ku karek serkeftî bimeşînin.”

“Ragihandina azad rastiyan derdixîne”

Her wiha Hevserokên nû yên Yekîtiya Ragihandina Azad jî nêrînên xwe wiha parve kirin: “Em spasiya hemû rojnamevenên ku îro li vir amade bûn dikin. Îro dengên ku ji bo me hate dayîn em ê bibin bersiva hevalan. Em ê laqiyê vê kedêbin ku karên serkeftîtir bimeşînin. Da ku em dengê rastiyê parve bikin em ê her kar û xebat bikin. Mala Yekîtiya Ragihandinê Mala hemû endaman e. Em cardin hemû endamên ku niha hatine hilbijartin pîroz dikin û em hêvîne karên baş bi hev re bimeşînin. Em serkeftina vê Kongreyê li tevahî şehîdên şoreşê yên ragihandinê ku rastiyan derxistin pîroz dikin. Divê em parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.”