Kongreya Star banga cezakirina kujerê Îda El-Seîdo kirin

Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê qetilkirina zaroka 13 salî ya bi navê Îda El-Seîdo ji aliyê malbata wê ve şermezar kir û helwestên nerazîbûnê nîşan dan.

 
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Di 30'ê Hezîranê de zaroka bi navê Îda El-Seîdo bi temen 13 salî ji taxa El-Zihûr ya girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ser destê malbata xwe ve bi rengekî hovana hate qetilkirin. Têkildarî bûyerê Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê çalakiyek ne razîbûnê li darxistin û gotin heya  kujerên Îda neyê cezakirin ranawestin. Çalakî  li çarxereya Giwêran a bajarê Hesekê bi tevlîbûna bi dehan jinên taxê destpêkir. Çalakavan li derdora çarxereyê meşiyan û di destê her jinekê de şûşeyek avê bi keviran dagirtibûn da ku dengvedanek çêbibe û banga cezakirina kujerê Îda dikirin.
"Em doza dadkirina kujerê Îda dikin"
Jina Bi navê Întsar Hemadî da zanîn ku pergala mêr a serdest dixwazin kevneşpiyên civakê ser jinan bidin ferzkirin û wiha got: "Di tu zagon ango olî de qetilkirina jinan nehatiye qebûl kirin, îro pergalên desthilatdar dixwazin vîna  jinan bişkînin û mafê wan sînordar bihêlin. Îda zarokek bû û bi zorê wê dan zewicandin ji ber ku ew zewac qebûl nekir malbat li ser navê namûsê wê qetilkirin. Ev ne hicete û em vê yekê qebûl nakin. Dixwazin koletiya xwe careke din ser jinan bidin meşandin û wan her di nava tirsê de bihêlin."
"Zanebûn çeka bingehîn a parastina mafê jin û civakê ye"
Endama Komîteya Perwerdê ya Kantona Hesekê Koçer Hisên jî diyar kir ku jin bi zanebûn û kurkirina fikir û ramanê xwe dê bersivek xurt bide hêzên desthildar û wiha pêl da gotina xwe: "Pergalên desthildar bi navê kevneşopiya civakê jinan qetil dikin. Bi taybet di vê heyvê de gelek jin rastî qetilkirin, destdirêjî û lêdanê hatin. Dema jin xwe di asta hişmendiyê de kur bike û li pêş bixe dê bikaribe rê li ber van bûyeran bigre. Zanebûn çeka bingehîn a civaka serkeftî û azad e. Em dibêjin êdî bese ji qetilkirina jinan re. Dem dema azadiya jinê ye. Di vê pêvajoya hesas de erka hemû jinan e pergalekê saxlem li ser bingeha wekheviya navbera her du zayendan de ava bikin."
Çalakî bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî"  bi dawî bû.