Kongreya Meclisa Jinan a PYD bi dawî bû

3’yemîn Kongra Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Hesekê - 3’yemîn Kongreya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Feslefeya Jin, Jiyan, Azadî mîsogeriya civaka exlaqî, siyasî, demokratîk e" bi tevlibûna 400 delegeyên meclisê yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê û derveyî welat, nûnerên YPJ’ê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Kongra Star li Hola Serdem a li bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Piştî niqaşkirina rewşa rêxistinî û derxistina mekanîzmeya xebatê Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kongreyê bi hilbijartinên meclisa xwe ku ji 32 jinan pêk tê dewam kir.

Paşê kongre bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di kongir de gelek biryar hatin girtin, jê pêşxistina kar û xebat ji bo yekîtiya jinan di Sûrî de bi taybet û rizgarkirina cihên dagirkirî, kar û xebat di bajarên rizgarkirî were kirin û zagonê malbatê pêk bînin. Pêşxistina jinan û rêxistinbûyîna wan li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bi riya vekirina dewreyan. Pêşxistina kar û xebatê hêza parastina civakî û pêşxistina pirojeyên komînal di qada aborî de. Pêşxistina kar û xebatê jinên ciwan û perwerdekirina wan û pêşxistina kar û xebatê Meclisa jin li ser esasê rexne û rexnedayîn. Meclisa Jinan a PYD ji 32 jin hate ava kirin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.