‘Kongra Star sîwanek e bingehîn e ku mafên jinan diparêze’

Jinên li bajaroka Sirrînê ya girêdayî Herêma Firatê bal kişandin li ser destkeftiyên ku Kongra Star ji bo jinan bi dest xistiye û anîn ziman ku Kongra Star sîwanekê bingehîn e ku hemû jinan û gelên li Bakur û Rojhilatê hembêz dike û diparêze.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê – Kongra Star ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê birêxistin bû, li ser bingeha Projeya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber tevlîbûna jinan a jiyana civakî û avakirina civaka azad têdikoşe. Jinên li bajaroka Sirrîn a girêdayî Herêma Firatê dijîn, diyar kirin ku birêxistinbûna di nava Kongra Star de ji bo wan pir girînge û dan zanîn ku Kongre Star dîtina wan ya nasnameya xwe ya rast misoger dike.

Kongra Star di nava şoreşê de şoreş ava kir

Endama Mala Jin Esma Mûhammed da zanîn ku hebûna jinan di nava pergala civakî ya baviksalarî de heşifî bûye û diyar kir ku piştî şoreşê bi pêşketina rêxistinbûna jinan re gelek tişt hatine guhertin. Esma Mihemed axaftina xwe wiha domand; "Kongra Star ji bo her jineke ku di nava civakê de rastî tundî û bêedaletiyê tên, veguherî stargeha yekane. Bi têkoşîn, berxwedan û xebata Kongra Star a bi salan berdewam dike re jinan hebûna xwe di civakê de îspat kirin û ji ber vê yekê di hemû saziyan de hebûna xwe didomînin. Jinan di Rêveberiya Xweser û hemû qadên jiyanê de, di rolek pêşengek de cihê xwe digrin.

Kongra Star li herêma me di feraseta mêran de guhertineke radîkal pêk anî û ev feraseta ku armanc dike dawî li jinan û hebûna wan bine, bi perwerdeyên ku mêr ji jinan distînin re hilweşand. Ji ber ku Kongra Star armanc dike hay jêbûnê ava bike. Armanc dike ku di bingeha ramana azad û jina azad de jiyanek azad û demokratîk ava bike. Bi têkoşîna me re di hemû qadên siyasî, leşkerî û civakî de nasnameya xwe îspat kiriye.”

'Jin di nava Kongra Star de bi rêxistinbûnê pêş dikevin’

Nehla Hesen ku di nava Kongra Star de birêxistin bû, diyar kir ku Kongra Star ji bo wan erkekî akademik jî dibîne û wiha axivî: "Li dijî feraseta baviksalarî ya bi hezaran sale armanc dike vîna jinan bişkenê û xilas bike têkoşîn dide. Min di gelek mijaran de jî Kongre Star perwerde girt û min dît ku piştevana herî mezin ya jinan Kongre Star e. Divê dema ku jin dixwazin kesayeta xwe ava bikin, biçin Kongra Star ji ber ku Kongra Star sîwanek bingehîn e ku hebûna jinan diparêze.”

'Ez bûm xwedî kesayetek xurt’

Nehla Hesen diyar kir ku jin piştî perwerdeyên Kongra Star zêdetir bi hişmend bûn û wiha got: “Ez berê mirovekî qels ku nikaribû fikrê xwe bînim ziman bûm, lê piştî perwerdehiyê min dît ku ez bûm xwedî kesayetek ku dikare xwe û nasnameya min biparêze. Min karî zextên civakî û malbatî bişkînim."

Endama Komîteya Aboriyê Hatîce Hamo jî wiha got: "Kongra Star ji ber ku jinan bi nasnameya wan ya rast re dide naskirin, ji bo jinan yekane xala derketinê ye.”