Kongra Star piştgirî da jinên Hindistanê

Meclisa Kongra Star piştgirî da xwepêşandan û têkoşîna jinên Hîndîstanî û diyar kir ku di vê têkoşînê de li gel jinên Hindistanê ne.

Navenda Nûçeyan –  Li bajarê Kalkuta ya bi ser eyaleta Bengala rojava ya Hindistanê di 9’ê tebaxê bijîşkek jin a stajyer rastî tecawuzê hat piştre hate qetilkirin. Piştî bûyera tecawiz û kuştinê li seranserî Hindistanê jin daketin qadan, çalakiyan li dar xistin. Di çalakiyan de pankarta bi nivîsa ‘Jin Jiyan Azadî’ hat vekirin. Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyekê niviskî piştgirî da jinên li Hindistanê û anî ziman ku ew di têkoşîna wan de li gel wan in.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Pergala mêrê desthilatdar û êrişkar bi hezar salane,  hemû qadên  jiyanê li jinê girtiye, bi zihniyeta zayendperest azadiya jinê tune dike, koledariyê bi xwe re dihilberîne. Zayendperstiya mêr civak hemû xistiye bin qeyd û bendên koledariyê. Li  hember jina zana û azadîxwaz  ku dixwaze dîwarên koledarîyê bişkîne û hebûna xwe pêk bîne jî êrişên  herî hovane pêk tîne. Zext û zordariya mêrê desthilatdar ne tenê li ser bedena jin lê li ser hemû hebûna jin pêk tên.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî pêkanîn û êrişên mêr ên li ser jinan jî tu car têkoşîna jina azad neseknîye û wiha hate gotin: “Her ku zext û erişên mêrê desthilatdar û zayendperest  mezin dibin têkoşîna jinan a jiyanek azad jî  mezin dibe û sînoran derbas dike.”

‘Têkoşîna jinê sînor derbas kir’

Di daxuyaniyê de êrişa li ser bijîşka li Hindistanê wekî êrişa li ser tevahî jinan hat pênasekirin û wiha hate gotin: “Li bajarê Kolkata yê  Hindistanê jinek bû qurbanê  hovîtî û êrişên mêr. Jina ciwan a bijîşk ku têkoşîna rizgarkirina  jiyana mirovan dike, ji aliyên mêr ve rastî êrişê hat, hate tecawîzkirin û piştra jî hat qetilkirin. Ev êriş ne tenê li dijî jina ciwan a Kolkatayê pêk hatiye, li dijî hemû jinan pêk hatiye. Divê jin hemû xwe bikin yek da ku cîhanê ji jinê re bikin cihekî azad û ewle. Çawa ku êşa jinê sînoran derbas dike, têkoşîna wê jî sînoran derbas dike. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi salane têkoşîna Jina Kurd a  azadiyê ronî dike bû cisrek azadiyê ku jinan  û têkoşîna wan a azadîyê digîhîne hevdû.

‘Dê têkoşîna jinan desthilatdariya mêr têk bibe’

Ji Zîlanan heta Sakîne Cansizan, ji  Zeynep Celalîyan heta Jîna Amînî, ji jina Kurd heta Jina Hindistanî têkoşîna jinê li derdora xwe kom dike û rêxistin dike. Jina rêxistinkirî, jina bi hêz e. Têkoşîna jin a rêxistinkirî wê desthilatdariya mêr têk bibe û cîhanek azad ji jinan re ava bike. Jin dîwarên koledarîyê qebûl nake û li hember zor û zextan li ber xwe dide.  Îro dengê jinan ji çar aliyê cîhanê bi dirûşeya “Jin Jiyan Azadî” bilind dibe. Têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanê îro ji her demê zêdetir  rêxistinkirî ye. Piştgiriya ku îro jin didin hevdû wê têkoşînê bigihîne serkeftinê.”

‘Em li gel jinan in’

 Di daxuyaniyê de êrişa li Hindistanê ya li jina bijîşk a stajyer hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em destê xwe didin destê jinên Hindistanê û hemû jinên cîhanê ku ji bo azadiya xwe têkoşîn dikin. Bi hêz û tecrubeya ku em bi salane di nava Şoreşa Rojava de û bi giştî têkoşîna azadiya jina Kurd û gelê Kurd me bi dest xistiye, em ê heta dawî li hember pergala desthilatdar û zilamê desthilatdar têkoşîn bikin. Ji bo li her aliyên cîhanê têkoşîna jina azad mezin bibe û bigihîje serkeftinê em ê pişgiriyê bikin û di vê têkoşînê de li gel jinan bin. Jin, Jiyan, Azadî.”