Kongra Star panela ‘Li dijî tundî û komployan, Jin, Jiyan, Azadî’ li dar xist

Kongra Star bi sernavê "Li dijî tundî û komployan, Jin, Jiyan, Azadî" li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê paneleke diyalogê li dar xist.

Dirbêsiyê – Di panela "Li dijî tundî û komployan, Jin, Jiyan, Azadî" de 4 mijarên sereke ʹCivaka xwezayî, tundiya li dijî jinan, zayendperestî, analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çareserkirina dozên jinan geşkirina azadiyê yeʹ hatin nîqaşkirin.

Di panelê de hevseroka Şaredariya Gel a Dirbêsiyê Zîlan Ereb mijara yekemîn şîrove kir. Zîlan behsa rola jinan di civaka xwezayî û vedîtinên jinan di wê serdemê de, guhartinên li ser civakê piştî derketina dewleta yekemîn di dîrokê de û hegemoniya baviksalarî û desthilatê li ser civakê, kir.

Piştre mamoste Vînda Hesen mijara duyemîn a li ser dozên tundiya li dijî jinan şîrove kir. Vînda di mijarê de bal kişand ser şêweyên tundiya li dijî jinan di civakê de tên kirin.

Dûre cîgira hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dirbêsiyê Zên Elî mijara sêyemîn bi rê ve bir. Zên di mijara sêyemîn de li ser dozên zayendperestiyê û tundiya li dijî jinan di olan de û tundiya bi navê milkiyeta taybet nîqaş kir.

Her wiha hevseroka Nivîsgeha rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Dirbêsiyê Diyana El Ebdullah mijara çaremîn a li ser analîzên Rêber Abdullah Ocalan a bi sernavê ʹçareserkirina dozên jinan geşkirina azadiyê yeʹ şîrove kir.

Dûre beşdaran nîqaş kir. Di nîqaşan de rola şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di guhartina mezin a di zihniyeta civakî de, rizgarkirina jinê ji bindestiyê û xurtkirina beşdariya wê di tevahî aliyên civakî, siyasî û leşkerî de hat silavkirin.

Di dawiyê de beşdaran daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê li gorî pranîsbên civaka xwezayî, rizgarkirina jinê ji zihniyeta baviksalariyê û yekkirina kedê ji bo pêşîlêgirtina rewşên qetilkirin û tundiya li dijî jinan, xebatên xwe bimeşînin.