Kongra Star li Til Temirê perwerdeya jinan didomîne

Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê Hêvîn Sebrî got ku Kongra Star sîwan û nasnameya tevahî jinan e û da zanîn ku wan di nava mehekê de zêdetirî 27 semîner ji bo 313 jinan dane.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Kongra Star a ku di 2005’an de hatiye damezrandin, rêxistineke jinan a konfederal û demokratîk e, di serî de girîngiyê dide rêxistinbûn, perwerdekirin û bihêzkirina jinan û têkoşîna azadiya jinan û wekheviya zayendî di hemû qadên jiyanê de. Jinên Rojava nasnameya xwe ji Kongra Star wergirtine û bi vî awayî ketine nava deryaya têkoşîna ji bo wekhevî, edalet û demokrasî û hevjiyana azad.

Til Temir bajarekî Kantona Cizîra Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, li wê derê zêdetirî 5 sal û nîv dewleta Tirk êrîşên dagirkerî û têkbirina nasnameya jinan û destkeftiyên wan, pêk tîne. Li hemberî ewqas êrîşên hewayî, bejahî û hişmendiya mêr-dewletê jin çiqasî têdikoşin ev girîng e ku em qal bikin. Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê Hêvîn Sebrî ji me re behsa van xalan kir û behsa têkoşîn û xebatên kongreyê tevî komîteyên wê ji bo jinan û giştî civakê kir.

'Jinan xwe bi nasnameya Kongra Star li hemberî dagrikeriya Tirk biçek kirine'

Hêvîn Sebrî di destpêkê de hewldanên dewleta Tirk a dagirker di têkbirina nansameya Kongra Star de ku jinan xwe pê biçek kirin anî ziman û wiha got: "Jin li kîjan bajar tax, kolan û malê bin nasnameya wê ya yekem Kongra Star e, ji lewra li hember êrîşên dewleta Tirk ku dixwaze axa me dagir bike û nasnameya me binpê bike têkoşîn, zanakirin û perwerdekirina jinan û rêxistina wan didome. Em pirsa ku divê jin çawa bijî û bide jiyankirin di mejiyê jinan de çêdikin û paşê bihevre bersiva wê didin ku divê em çawa bijîn, xwe nas bikin, ji bo çi û li hember çi têdikoşin. Ji bo jinan em perwerdeyan didin û dewreyên vekirî çêdikin. Heta niha jin tirsa ku xwe îfade bikin û nêzîkatiyên xwe yên malbatê analîz bikin, jiyan dike lê bi perwerdeyê re jin ji jinan bi bandor dibin, ev bandor li ser bingeha hembêzkirin û bihêzirinê bi pêş dikeve."

Li dijî krîza aborî proje û kooperatîf hene

Hêvîn Sebrî bal kişand ser krîza aborî û xebatên komîteya aborî û wiha bilêv kir: "Kongra Star tevî komîteyên wê ji perwerdekirina jin, zarok û hemû ferdên civakê berpirsiyar e. Li bajar bajarok, gund, tax, kolan û li malan jî em di bûxçika xwe de agahiyên li ser dîrok, nasname, çand, aborî û girîngiya hebûna têkoşîna jin û mêr hiltînin ku bi jinan re parve bikin lê ji ber krîzên aborî yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk derdikevin, tundiya li ser jinan di nava malbatê de jî zêde dibe. Di vir de rola komîteya Aboriya Jin roleke sereke ye ku bi pêşxistin û avakirina proje û kooperatîfan ji bo jinan, dikare hem jinan ji tundiyê biparêze û rê li ber fikirandina xwekuştinê bigre. Her wiha li aliyekî din jî krîza aborî ya ku li Rojava çêdibe sivik bike. Jin xwe bikujin jî nabe çareserî, ji ber hişmendiya mêr û baviksalarî jî her wê bidome. A girîng di vir de ew e ku divê jin li hemberî vê hişmendiyê têbikoşin, biguherin. Di heman wextê de jî divê jin xwe bizanibin, çi li ser wan tê meşandin bibîin divê çawa li hemberî wê çi bikin bifikirin."

Encamgirtin û sûdgirtina jinan ji semîner û perwerdeyan wiha xwe dide der

Hêvîn Sebrî destnîşanî xebatên komîteya perwerdeyê kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Di meha Gulanê tenê de, li gorî rewşa heyî û rojevê 27 semîner hatin dayîn 313 jin di semîneran de amade bûn, kêmbûna hejmara jinan xwe dispêre demsala çandiniyê lê çawa em ê bizanibin perwerde û semîner encam digrin ev girîng e. Mînak dema ku em bibînin jin ji bo kar tên serî li Kongra Star didin û daxwaza kar dikin, wexta ku em bibînin pirsgirêkên jin û mêr kêm dibin em dizanin ku semînerên me yên li ser hevjiyana azad encam digrin, dema ku em dibînin jin tên ji bo aboriya xwe ya xweser proje û kooperatîfan pêşniyar dikin, ha di vir de mirov dizane ku perwerdeyê çiqas cihê xwe girtiye û jin çiqas sûdê jê digrin. Dema ku em dibînin dozên tên ber destên mala jin hejmara wan kêm e, em di vir de fêm dikin ku ruxmî zor û zehmetiyan hewldanên fêmkirina her du zayendan çiqas ji hev re heye. Ji lewre çiqas semîner werin dayîn, ewqas rê li ber xwekuştin û qetilkirina jinan jî tê girtin."

Ji bo jinên Ereb ên Çiyayê Kizwanan plansaziyek

Hêvîn Sebrî plansaziya xebatên meha Hezîranê jî wiha bi bîr xist û got: "Dayîna semîner û serdana jinan dê bidome lê di xeta Çiyayê Kizwanan em ê zêdetir bixebitin. Ji ber ku herî dawî jinek li gundewarên bajarokê Xera darvekirî di mala xwe de hat dîtin û pirsgirêkên jin û mêr li wir rûdidin. Li ser mijarên qetilkirina jinan, têgîhîştina dîrokê û naskirina zayenda xwe, em ê dest bi hemleyên hişyarî û perwerdeyê bikin û biçin gund tax û malan. Li Çiyayê Kizwanan ji bo jinên Ereb jî em ê dewreyeke vekirî ji bo hefteyekê vekin û em ê bi dersên ku bidin ji wan re bidin zelalkirin ku têkoşîn pêwîst e xwe bispêre çi û jiyana bi çi awayî ji xwe re qebûl bikin. Ji lewre em ê vê mehê girîngiyê bidin perwerdekirina jinên Çiyayê Kizwanan."

'Mêr û dagirkerî bi qetilkirina jinan êrişê destkeftiyên me yên dîrokî dikin'

Hêvîn Sebrî da zanîn ku êrîşên sîstematîk li ser jinan bersiva gavên dîrokî yên sazî û rêxistinên jinan di vê pêvajoyê de davêjin e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin îro xwe ji hilbijartinên 11’ê Hezîranê re ji bo avakirina şaredariyên demokratîk û ekolojîk, amade dikin. Ji ber dijmin û hişmendiya baviksalarî vê pêşketinê napejirîne, serî li qetilkirina jinan dide yan jî dihêle ku di bin zext û gefan de jin xwe bidin kuştin. Bi vî awayî jî bersiva destkeftî û gavên dîrokî yên ku jin davêjin dide. Ji lewre divê jin teslîmiyet û desthilatdariya mêr li ser xwe qebûl nekin. Her wiha em ê jî heta dawî ji bo ku jin bigihîjin rastiya têkoşîna xwe, xebatan bidomînin."