Kongra Star li Til Temirê êrîşa li ser dibistana keçan şermezar kir

Kongra Star a navçeya Til Temirê bi daxuyaniyekê êrîşa hewayî ya dewleta tirk a li ser dibistana keçan li gundê Şemoka yê Til Temirê şermezar kir û daxwaz ji Koalîsyona Navdewletî kir ku qada hewayî qedexe bike.

Hesekê- Êrîşên hewayî yên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne, êrîşa herî dawî jî di 18'ê Tebaxê de li dijî Dibistana Keçan a ku ji aliyê NY’yê ve tê birêvebirin bû. Der barê vê mijarê de jî Kongra Star a navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlibûna komîteya ciwanan û çand û hunerê daxuyaniyek li saziya malbatên şehîdan da.

Daxuyaniya ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeyê Zehra Emîn ve hat xwendin wiha bû: "Di vê dema dawî de dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî û bejahî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kiriye. Di 18'ê Tebaxê de bi balafireke bi çek a bê mirov (SÎHA) Dibistana Keçan a ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî NY’ê ve tê birêvebirin, li gundê Şemoka û bi 2 km. nêzî Baregeha Koalîsyona Navdewletî ye bombebaran kir. Di encamê de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dan û 11 jî birîndar bûn."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku kî berpirsê vê êrîşê ye û çi ji wan tê xwestin û wiha hat domandin: "Ev êrîşên dijwar nemaze piştî civîna Soçî di navbera Serokê Tirkiyeyê Receb Tayyîb Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn de çêbû. Bêguman ev dijwariya êrîşan hevkariya Rûsyayê bi dagirkeriya tirk re dide xuyakirin. Her wiha berpirsê vê êrîşê û sûcê hatiye kirin Koalîsyona Navdewletî ye. Ji aliyekî din jî me gelek caran xwest û dixwazin ku Qada Hewayî ji aliyê Koalîsyona Navdewletî li hember firîna balafirên dewleta tirk a dagirker bigrin. Der barê êrîşa Navenda Perwerdeyê de daxuyaniya ku Koalîsyona Navdewletî dabû pir ji rêzê bû û ev tenê jî têrê nake. Ji lewre divê ku Koalîsyona Navdewletî bi erkên xwe rabe û qada hewayî li hemberî Tirkiyeyê bigre. Ev hedefgirtina ku hemû astên exlaqî û qanûnî derbas kir, armanca wê ew e ku qirkirina dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê dest pê kiribûn temam bikin. Hedefgirtina zarok û ciwanan wê Sûriyeyê ber bi kûrkirina krîzê ve bibe. Hedefgirtina ciwanan polîtîkayeke nû ye li hemberî herêmê û armanc ew e ku herêm ji ciwanan vala bibe û koçberiya ji welat ber bi welatên Ewropayê û Rojava ve bide ber çavên wan. Ji ber ku ciwan bingehên avakirina civakan in taybetî jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ya din jî hewl didin ruhê berxwedanê û îradeya ciwanan qels bikin lê bêguman ciwanên me zana ne û dikarin bi vê zanîna xwe êrîşan têk bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navdewletî hat kirin û wiha hat gotin: "Em ji vir bang li Koalîsyona Navdewletî dikin ku qada hewayî li Tirkiyeyê were qedexekirin. Her wiha em bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî NY û rêxistinên mafên zarokan dikin ku bêdengiya xwe bişkînin û bi dewleta tirk a dagirker re nebin hevkarên sûcên ku rojane li herêmên me tên kirin. Di heman wextê de em helwesteke wan a cidî û zelal li hemberî êrîşên ku rojane em rûbirû dimînin dixwazin."

Endama Komîteya Civakî Zêrîn Hecî jî der barê êrîşan û helwesta ciwanan de wiha got: "Armanca dagirkerên ku rojane xaka me topbaran dikin û bi balafirên xwe bombebaran dikin ew e ku ciwanên li ser vê axê bidin koçberkirin û riya revê û koçberiyê bidin ber wan. Her wiha destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de bi dest xistine têk bibin. Em di pêvajoyeke pir girîng re derbas dibin em ber bi dawiya peymana Lozanê ve jî diçin. Ji bo ku em destekftiyên xwe biparêzin û misoger bikin divê zêdetir xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin."