Kongra Star: Em ê darbeyên mezintir li dagirkeran bidin

Kongra Star bal kişand ser dîlgirtina 3 jinên ciwan ên birîndar û pêkanînên li dijî wan û got: “Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li hersê şervanên jin ên ji hemû jinên cihanê re bûne îlhama mezin, xwedî derbikevin.”

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Meclisa Kongra Star, der barê êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Kantona Şehba- Efrîn û Helebê, her wiha dîlgirtina 3 jinên ciwan ên hêza parastina Taxa Şêxmeqsud a Helebê de, daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku çeteyên êrîş dikin her çiqasî bi navê HTŞ û navên cuda êriş bikin jî, di rastiyê de çeteyên DAIŞ’ê ne û li gorî planên qirêj ên navnetewî êriş dikin.

‘Dixwazin axa Sûriyeyê parve bikin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca êrişan ji holê rakirina destkeftiyên Şoreşa Rojava û hilweşandina sîstema Xweseriya Demokratîk e û wiha hat gotin: “Di heman demê de dixwazin axa Suriyeyê di nava xwe de parve bikin û li gorî berjewendiyên xwe dizayn bikin. Bi vê mebestê li hemberî civakê qirkirinê pêk tînin, bi rêya dagirkirinê dixwazin hebûn û azadiya Kurdan ji holê rabikin. Ev plan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gelên Suriyeyê tê pêkanîn. Li hemberî van kiryar û polîtikayên qirêj ên hêzên hegomon gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd li ber xwe didin; ji bo hebûn û azadiya xwe têdikoşin, sîstemek demokratîk ava dikin.”

‘Zîhniyeta DAIŞ’ê’

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê Efrîn û Helebê ev 6 sal in li hemberî hemû zor û zehmetiyan têkoşînek bêhempa meşandiye û hat gotin: “Li hemberî êrîşên şerê taybet bi hêza xwe ya cewherî li ser lingan man û jiyana xwe ava kir. Gelê Kurd bi salan e li taxa herî mezin a Helebê Şêxmeqsud hebûna xwe diparêze. Li hemberî vê îradeya gelan, bi serkêşiya dewleta Tirkiyeyê, çeteyên HTŞ’ê (bi navê berê El-Nûsra) êrîşî herêma Şehba, taxên Şexmexsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirine û hovîtî kiriye. Di êrişan de 3 şervanên jin ên parastina gelê Şêxmeqsudê dikirin dîl hatine girtin. Ev yek, zihniyet, nêzikatî û kiryarên DAIŞ’ê yên li hemberî jinên Ezidiyên Şengalê tîne bîra hemû cihanê. Tê zanîn ku çawa serê wan dihat jêkirin û ew li bazaran difrotin. Dijminahiya wan a li hemberî hebûna jinê carekdin radixe ber çavan.”

‘Berpirs dewleta Tirk e’

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku  ji vê nêzikatiya hovane û qirêj dewleta Tirk a dagirker û serçeteyên Erdoxan berpirsiyar in; wê bersiva vê dîlgirtinê girantir bê dayîn.

Di daxuyaniyê hat bibîrxistin ku şervanên jin parastina hebûn û azadiya gelên heremê dikin û wiha hat gotin: “Cengewarî û berxwedana jinan îro ji aliyê hemû dinyayê ve tê zanîn, ji bo hemû jinên cihanê hêviyek mezin daye avakirin, bûye çavkaniya xweparastinê. Bi sekin û îradeya xwe şoreşek derxistiye holê.”

‘Divê neye qebûlkirin’

Di dawiya daxuyaniyê de dîlgirtina jinên ciwan û pêkanînên li hemberî wan hatin şermezarkirin û ev bang û peyam hat dayîn: “Em bang li rêxistina efûyê ya navnetewî, sazî û dezgehên sivîl, rewşenbîr, demokrat û azadîxwazan dikin ku li hemberî dîlgirtina Şervanên jin bêdeng nemînin. Ev nêzikatiya li derveyî exlaqê şer, divê neyê qebûlkirin, li himberî wê helwest bê nîşandan.

Em li ser navê hemû jinên Kongra Star a Rojava soz didin ku em ê li dijî vê pêkanînê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin, axa xwe biparêzin hejmara şervan û parêzvanan zêdetir bikin, tola hevalên xwe bigirin. Em ê bi serkevin û darbeyên mezintir li dagirkeran bidin. Bi pêşengiya jinên fedayî û berxwedêr wê bersivên dîrokî bên dayîn.

Em bang li hemû  jinên cîhanê dikin ku li hersê şervanên jin ên ji hemû jinên cihanê re bûne îlhama mezin, xwedî derbikevin û mafê jiyana wan biparêzin.

Hebûna parêzvanên jinan, parastina hebûna hemû jinan îfade dike. Li hemberî zihniyeta desthilatdarî û zilamên serdest em yekîtiya têkoşîn û berxwedaniya hemû jinan ava bikin û dengê xwe li hemberî vê dîlgirtinê bikin yek. Divê em êrîşên li ser jinan û gelên herêmê qebûl nekin, têkoşîna xwe bilind bikin.”