Dayîkên Aştiyê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dan
Heyeta Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de piştî serdana partiyên siyasî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
Navenda Nûçeyan – Heyeta Meclîsa Dayikên Aştiyê ji Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêk tê. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya re di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana partiyên siyasî kir.
Heyeta Meclîsa Dayikên Aştiyê piştî serdana partiyên siyasî ji bo çûyina Girava Îmraliyê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
Dayikan piştî serîlêdanê li ber wezaretê daxuyanî dan. Dayika Aştiyê Muzeyen Butun bi lêv kir ku ew ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li wezaretê dan û wiha got: “Me li vir bi partiyên siyasî re hevdîtin pêkanî. Em ji aliyê hemû partiyan ve jî baş hatin pêşwazîkirin. Ji bo pêvajo encam bigire û aştî pêk were êdî dilê dayikan neşewite me daxwazên xwe ji partiyên siyasî re anîn ziman. Daxwaza me ew e ku em bi birêz Abdullah Ocalan, birêz Bahçelî û birêz Serokkomar Erdogan re hevdîtin bikin. Bi mabesta Roja Dayikan em dixwazin hevdîtina me ya bi birêz Ocalan re bê qebûlkirin, derî vebin û hemû kes bikarin hevdîtinê bikin. Ji bo birêz Abdullah Ocalan bikaribe pêvajoyê pêşvebibe divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. Daxwaza me ew e ku aştî pêk were û em di welatekî azad û wekhev de bi hev re bijîn.”