Kongra Star di salvegera wê ya 32’emîn de Uweyş Ocalan bi bîr anî
Kongra Star dayika Rêber Abdullah Ocalan dayika Uweyş bi bîr anî û diyar kir “Em dayikên Kurd û hemû dayikên ku li dijî neheqiyê li ber xwe didin û ji bo siberojeke azad a zarokên xwe tê dikoşin, silav dikin."

Navenda Nûçeyan – Kongra Star bi daxuyaniyek niviskî di 32’yemîn salvegera wefata wê de dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uweyş Ocalan bibîr anî.
Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:
"Di salvegera koça dawîn a dayika Rêber Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan de, em jinên ku sembola berxwedanê û sebra dayikên Kurd ên ku ji bo doza gelê xwe nirxên herî giranbuha feda kirine, bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin.
Dayika Uweyş di jiyana xwe de sebra jinên Kurd a li hemberî koçberî, zext û bêderfetiyê jiyanî kir. Ji aliyekê ve bû şahida zindî ya êş û azarên gelê xwe, ji aliyê din ve jî li hember rewşên dijwar ên siyasî û civakî helwesteke domdar nîşan da. Wê ji mala xwe rêberek pêşkêş kir ku bi milyonan mirovan di têkoşîna azadî û demokrasiyê de îlham jê girt û bi baweriya dayika ku bi edaleta rêya ku kurê wê hilbijartiye, piştgirî da sekna wî û projeya wî ya rizgariyê.
‘Em soza xwe ya ji bo nirxên azadî, edalet û aştiyê teqez dikin’
Dayika Uweyş tevî çewisandin, guhnedana mafên wê û qedexekirina hevdîtina wê ya bi salan bi kurê wê re, tu carî ji helwesta xwe gav bi şûn de neavêtiye, baweriya xwe bi mafê çarenûsa gelan winda nekiriye û di dilê gelê Kurd û tevgerên demokratîk ên cîhanê de sekna xwe ya exlaqî ya bilind parastiye.
Bi vê minasebetê em ne tenê dayikek ku rêberek pêşkêş kiriye, di heman demê de kesayeta jin a ku sembola tevahî gel di nava xwe de hilgirtiye, bi bîr tînin; gelê ku di wê baweriyê de ye ku rêya rûmetê ji malê, bi dayikê û bi jina ku hişmendiyê diçîne û mirovên azad mezin dike, dest pê dike.
Di rojeke wiha de em hemû dayikên Kurd û hemû dayikên ku li dijî neheqiyê li ber xwe didin û ji bo siberojeke azad a zarokên xwe tê dikoşin, silav dikin. Her wiha em soza xwe ya ji bo nirxên azadî, edalet û aştiyê û piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna gelên bindest heta pêkanîna daxwazên wan ên rewa teqez dikin."