Kongra Star dayika Uveyş bi daxuyaniyekê bibîr anî

Kongra Star a navçeya Til Temir dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayê Uveyş bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Hesekê- Dayika Uveyş a ku di 11'ê Nîsana 1993'an de di encama kirîza dil de wefat kir, 29 sal di ser wefata wê re derbas dibe. Bi boneya vê yekê û bi armanca bîranîna wê Rêxistina Kongreya Star a navçeya Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna endam û rêveberên jin daxuyaniyek li ber avahiya xwe da. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Kongra Star Madlên El-Ibêd ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha bû: "Li pişt her mêrekî mezin, jineke xurt heye. Dayîka Rêber Ocalan dayê Uveyş jî dayîkeke bi hêz û kesayeteke xurt bû. Bi kesayetiya dayika Uwêş re, Rêber Ocalan hêza jinê ya ku li pişt şerimbûn, tirs, adet û kevneşopiyên civakî hatibû veşartin nas kir. Di heman wextê de jî jin îro di sîstema hevserokatiyê de bi erk û misyona xwe radibe. Her wiha bûye mijara hemû cîhanê ku jinên Kurd çiqasî û bi çi awayî ber xwe dane û cîhan ji mestirsiya DAIŞ'ê xilas kirine. Ev hemû jî bi keda ku Rêberê Ocalan ji dayika xwe girtiye hate kirin."

Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.