Kongra Star bi serdan semîner û perwerdeyan xebatên xwe didomîne

Rêvebera Komîteya Qada Civakî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Huseyîn, behsa xebatên komîteyê kir û got ku bi riya perwerde û semînerên didin, jin zana dibin her wiha bi xebatên xwe pirsgirêkan çareser dikin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Komîteya Qada Civakî ya Kongra Star ji sala 2019’an ve hatiya avakirin. Komîte bi rêxistinkirina civakê kar û xebatên xwe didomîne. Bingehên rêxistinkirina wan li ser perwerdekirina jin, zarok û kesên xwedî pêdîviyên taybet e. Rêvebera Komîteya Qada Civakî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Huseyîn, behsa kar û xebatên Komîteya Qada Civakî ya Kongra Star ji ajansa me re kir.

‘Karê me rêxistinkirina civakê ye’

Leyla Huseyîn behsa kar û xebatên komîteya Qada Civakî kir û got: "Karê Komîteya Qada Civakî xweser e, em li gorî pîvanên demokratîk û sîstema federalî xwe bi rêxistin dikin. Li hêleke din jî karê rêxistinkirina civakê dikin bi riya semîner û perwerdekirina jin, zarok û kesên xwedî pêdîviyên taybet. Jinên ku di nava civakê de tundî li wan hatibe kirin tên perwerdekirin. Piştî perwerdekirinê projeyên taybet em ji bo wan ava dikin. Çi pirsgirêkên civakê hebin, em çareser dikin."

‘Zihniyeta mêrperest ji nava civakê rabikin’

Leyla Huseyîn li ser armanca xebatên Komîteya Qada Civakî wiha got: "Armanca me bi karê Komîteya Qada Civakî pêşxistin û sererastkirina karûbarên civakê ye. Ya duyemîn jî ew e ku em zihniyeta mêrperest ji nava civakê rabikin. Ji ber ku beriya Şoreşa Rojava dest pê bike gelek tundî li jin û zarokan dihat kirin. Niha em jî dixwazin bi riya perwerdekirinê vê hişmendiyê ji nava civakê rakin."

‘Kesên kêmendam tên tedawîkirin’

Leyla Huseyîn bal kişand ser kar û xebatên ku di nava salekê de dane meşandin û wiha pê de çû: "Di komîteya qadê de komîteya tundiyê heye. Ev komîte diçe ba malbatên ku tundî li wan hatibe kirin wan ziyaret dike di her mehê de jî semîner û perwerde ji jinan re bi taybetî tên dayîn. Mijarên jinan ên berdanê, zewaca di temenê biçûk de û gefên kuştinê li wan hatibe xwarin tên şopandin. Ji zarokan re qadên perwerdeyên fêrkirina wênexêziyê, amûrên muzîkê û lîstikên werzîşê hatin vekirin. Kesên xwedî pêdîviyên taybet tedawiya wan tê kirin û heta roja îro jî her dem tedawiya wan berdewam dike. Zehmetiyên ku tên kişandin ji ber hişmendiya mêrperest e ku beriya hezaran salan di nava çivakê de çandine û ev yek zû bi zû naguhere lê heta ji me tê bi riya perwerdeyê em diguherînin."

‘Em jin xwedî li şoreşa xwe derdikevin’

Leyla Huseyîn kar û xebatên sala nû diyar kir wiha bi dawî kir: "Amadekariyên me ji bo sala nû ya 2025’an ew in ku em biçin serdana malan, perwerde û semîneran zêdetir bikin û tedawîkirina kesên astengdar berdewam bikin. Ez ji hemû jinan re dixwazim bibêjim xwedî li mafên xwe derkevin. Şoreşa Rojava gelek derfet dan avakirin ji bo ku jin bibin xwedî maf, em jî weke jin xwedî li şoreşa xwe derdikevin. Ji bo jinên ku tundî li wan tê kirin, weke Komîteya Qada civakî deriyê me ji her kesê re vekiriye û em ê hewl bidin pirsgirêkên wan çareser bikin."