Kongra Star bi navê Hêro Bahadîn dewreyek perwerdeyê da destpêkirin

Bi armanca guhertin û veguhertina hişmendiya civakê komîteya perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê bi navê Şehîd Hêro Bahadîn dewreyek perwerde da destpêkirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi armanca guhertin û veguhertina hişmendiya civakê Akademiya Şehîd Perwîn a Kongra Star a Kantona Hesekê ku girêdayî komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Kantona Hesekê ye xebatên xwe didomîne. Di 10 Cotmehê de dewreyek perwerde ya bi navê Hêro Bahadîn a rojnameger ku di 23’ê Tebaxê de tevî rojnameger Gulistan Tara ji aliyê dewleta Tirk ve li Başurê Kurdistanê hatin qetilkirin, hat vekirin. Dewreya Şehîd Hêro Behadîn dê heya 25 rojan berdewam bike.

25 jin ji komîteyên Kongra Star beşdarî dewreya perwerdeyê bûn. Waneyên ku di dewreyê de werin dayîn li ser girîngiya perwerde, têgîn û têgeh, çand û exlaq, civaka xwezayî, welat û welatparêzî, kapîtalîzm, jin û malbat, rastiya rêbertî, dîroka jinan, Jineolojî, neteweya demokratîk, sîstema Kongra Star, jin û rêveberî, şerê gelê şoreşgerî, sîstema komîn û meclisan, hevjiyana azad û hestên polîtîk in.

Her wiha xwendina pirtûkan, semîner û sînevîzyon jî di perwerdeyê de hene.

‘Şehîd Bêrîtan bû fikir û hêzeke wisa ku bi hezaran jin şopdarên xeta wê ne’

 Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Cengîban Şêxo tekez kir ku vekirina dewreya bi navê Hêro Bahadîn bersivek ji êrîş û hedefgirtina jinên pêşeng û ên di nava civakê de xwedî roleke girîng in û wiha axaftina xwe domand: “Di 25’ê Cotmeha 1992’an de Şehîd Bêrîtan bi çalakiyeke fedayî şehîd bû. Bi wê çalakiya xwe bû ruh, fikir û heqîqetek ku îro bi hezaran jin şopdarên wê ne. Di 23’ê Tebaxa 2024’an bi bombebarana balafira bê mirov a dewlata Tirk li dijî wesayîda rojnemevanên çapemaniya azad li navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Van êrişan çend sal in li ser jinên ku di nava civakê de pêşeng û xwedî rol in berdewam dikin. Me jî weke komîteya perwerdeyê ya Kongra Star vê dewreyê vekiriye, bi vê em bersiv didin êrîş û planên ku xeta berxwedaniya jinan dikin hedef. Em dixwazin jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne bi hişmendiyek rast li ser bingeha hevjiyana azad û azadiya jinan, bikevin nava civakê û bikaribin civakê bidin guhertin. Em dixwazin bi riya perwerdeyan civakeke exlaqî û zanistî bidin avakirin ku tê de jin xwedî dîrok û maf bin. Ji ber ku jin bingeha avakirina civakê ne û ger em bixwazin civakek azad û zana ava bikin divê em bizanibin ku dê bi pêşxistina zanista jinan pêkan be.”

‘Jin di xwedîderketina li çand û exlaqê de pêşeng in’

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Kamila Yûsif bal kişand ser girîngiya waneya çand û exlaq ku di perwerdeyê de hatiye dayîn û wiha anî ziman: “Perwerde ji bo her kesê girîng û bi wate ye, hem zanista mirovan bi pêş dixe, hem jî me fêrî rêxistinbûyîn û pargelbûyînê dike ku em bikaribin bi riya wê xwe bi pêş bixin, jiyan û karê xwe li ser wê esasê bidin meşandin. Waneya me ya îro jî li ser çand û exlaq e. Her neteweyek xwedî çand û exlaq e ger em vegerin civaka xwezayî em ê bizanibin ku çand ji çandiniyê tê û yên ku wê afirandin û bi pêş xistin jî jin in lewma girêdana jinan bi axê û çandê re heye. Exlaq bi çandê ve girêdayî ye ger çand tunebe wê exlaq jî tunebe lewma bi riya exlaq mirov çanda xwe dide diyarkirin.”

‘Armanca me ew e ku em xwe di felsefeya Rêber Apo de kûr bikin’

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a navçeya Holê Hîba Ehmed jî da zanîn ku armanca wan a sereke ew e ku xwe di felsefeya Abdullah Ocalan de kûr bikin û wiha got: “Armanc me bi beşdarbûna dewreya girtî ew e ku em ruhê hevaltiyê bi pêş bixin, çanda jinan ji neteweyên din jî bizanibin û li ser heman fikir û felsefeyê nîqaş bikin û xwe birêxistin bikin. Ramanên Rêber Apo ronahiyek da riya jiyana me lewma beşdarbûna me ya perwerdeyê gavek ji bo xwenûkirinê ye. Her çiqas em beşdarî perwerdeyan jî bûne lê dîsa pêwîstiya me bi perwedekirinê heye da ku em zanista xwe bi pêş bixin û bibin bersiv ji hemû planên ku dixwazin di şexsê jinan de civakê bikin kole.”

‘Em ji bo jiyana azad tevli perwerdeyê bûn’

Hîba Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jin divê tiştên ku di perwerdeyan de em sûdê ji wan digrin belav bikin ji malbatan bigrin heya civakê perwerde bikin. Dema ev fikir di malbatek de werin pêşxistin wê civakek azad jî were avakirin. Armanca me avakirina malbateke demokratîk û wekhev e. Jin hatine jiyanê ji bo jiyana azad û wekhev bijîn. Weke komîteya perwerdeyê erka me ew e ku em civakê zana bikin û hemû jinan ji maf û dîroka wan agahdar bikin.”