Kongra Yekîtiya Ragihandina Azad dest pê kir
6’emîn Kongreya Yekîtiya Ragihandina Azad bi dirûşma “Pêkve ber bi ragihandina hişmend, berpirsiyar û sinc ve” li bajarê Qamişlo destpêkir.
Qamişlo- Yekîtiya Ragihandina Azad bi dirûşma “Pêkve ber bi ragihandina hişmend, berpirsiyar û sinc ve” kongreya xwe ya 6’emîn li hola kongreyan a Zanîngeha Rojava bi tevlîbûna 200 delegeyan destpêkir. Gelek sazî û dezgehên ragihandinê, rojnamevan, rewşenbîr, Tev-dem, Rêveberiya Xweser û YPJ/YPG di konferansê de amadebûn. Her wiha hola Konferansê bi wêneyên cangoriyên ragihandina azad û dirûşmeyên “Ragihandina azad wîjdan û dengvedana civakê ye” û “Ber bi ragihandina pîşedar û sinc ji bo avakarina civaka azad” ve hatine xemilandin.
“Divê rojnamevan xwedî li nirxên civakê derkevin”
Kongra bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpêkir. Paşê axaftina vekirinê ya ji aliyê Endam û Rêvebirên Yekîtiya Ragihandina Azad ve hat kirin wiha ye: “Hemû mîvan û rojnamevanên ku îro li vir amadene em dibêjin hûn bi xêr hatin. Di sala 2022’an de bûye 10 sal ku Yekîtiya Ragihandina Azad avbûye. Elbet di nava 10 salên şoreşê de endamên Ragihandinê jî rastî gelek êrîşan hatine û ji wan şehîd û birîndar jî hene. Me di konferansê de dirûşmeya “Pêkve ber bi ragihandineke bîrewer, berpis û sinc ve” hilbijart ku em erka ku diveke li ser milê me em pêk bînin. Dewleta tirk û hevkarên wan li dijî ragihandinê gelek caran êrîş pêk aniye, lê ragihandina azad da ku rastiyan derxîne ber çavan gav ji paş ve neavêtiye. Em dikarin bêjin ku erkek wîjdaniye ku rojnamevan bi erkê xwe radibe. Di roja îro de li ser herêmên me gelek êrîş û pilan hene, rojnamevanên ku li vir kar dikin divê karê xwe berfirehtir bikin. Divê rojnamevan xwedî nirxên vê civakê derkevin.”
“Rastî derxistin erka ragihandinê ye”
Endama Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-dem) Leyla Brahîm jî wiha got: “Em kongra 6’emîn li we û hemû rojnamevanên ku roleke girîng di pêvajoya 10 salan de lêyistin pîroz dikin. Ragihandina me her hewil da ku dengê rastiyê binghêne gelê me. Loma dewleta tirk herdem ragihandina azad kiriye armanca êrîşan. Di encamê de gelek rojnamevan şehîd ketin û birîndar bûn. Divê pêvajoya hesas de ku em wek gelê Bakur û Rojhiatê Sûriyê têde derbas dibin, bi taybet tehdît û êrîşên li ser herêmên me yên ewle û ragihandina kurdî pêk tê. Ragihandina me karibû îspat bike ku di hemû pêvajoyan de û derfetên xwe yên herî kêm, dengê rastiyê gîhand derve. Ger em vegerin paşê rojê, kurd li gelek deweran rastî jenosîdê hatin. Em ê bibînin ku di wê demê de rola ragihandina kurd a aktîf hebû ku ew qetlîam û jenosîd nehat veşartin. Divê di dema niha de jî em rastiyan derxînin û bi erkê xwe rabin.”
Piştî axaftinan peyamên ku ji saziyan hatine, hatin xwendin. Kongira bi xwendina rapora salane ya Yekîtiya Ragihandina Azad dewam dike.