Konferansa ‘Pêşengiya Jinên Ciwan Di Şoreşa Jinê De’ dest pê kir

Di bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” Konferansa Pêşengiya Jinên Ciwan Di Şoreşa Jinê De” li bajarê Qamişlo ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Qamişlo - Konferansa Pêşengiya Jinên Ciwan Di Şoreşa Jinê De di bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir. Konferans bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin.

Di konferansê de 150 delegeyên Yekîtiya Jinên Ciwan ên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan amade bûn. Dê di bernameyê de beşdarbûna ser rêya Zoomê ji Şengal, Başûrê Kurdistanê, Misir, Ewropa û Kenyayê hebin.

‘Konferansa me bersiva êrîş û komployan e’

Konferans bi deqeyek rêzgirtin û axaftina dîwanê dest pê kir. Di axaftina vekirinê de wiha aht gotin: “Îro bi hişmendiya Neteweya Demokratîk, bi peredîgamaya Rêber Apo me karîbû em hemû jin li hev kom bibin. Gelek derbe li projeya me tên xistin ji aliyê dijmin ve ji bo binpêkirina projeya me ya demokratîk. Helbet ev konferansa me bersivek e li dijî êrîş, komplo û tecrîda li ser Rêber Apo re.”

Di konferansa ku dê rojekê berdewam bike de dê li ser sîstema neteweya demokratîk di nava Rêveberiya Xweser û rola jinên ciwan di avakirina sîstema neteweya demokratîk de nîqaş werin kirin.