Konferansa Navnetewî ya Jinên Iraqê: Divê komkujiya Şengalê weke jenosîd bê nasîn

Di konfaransa navnetewî ya jinên Iraqê a derbarê qirkirina jinan de hat destnîşankirin ku divê fermana 3’ê Tebaxê ya li ser Êzidiyan hat pêkanîn weke jenosîd bê nasîn.

Bexda - Bi pêşengtiya komeleya jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ û kesayetên jinên Iraqê konfaransa navnetewî ya jinên Iraqê ya derbarê qirkirina jinên Êzidî de bi dirûşama ‘Bi Vîna azad a Jinê em li hemberî jînosayda Şengalê têdikoşin’ ku danê siharê destpê kirî berdewam dike.

Di panela yekemîn a konferansê de li ser rastiya civaka Êzidî ya di sedsala 21’emîn de rastî jînosîdê hat hat nîqaşkirin.

“Bi hezaran pêşmergeyên Barzanî reviyan û civaka Êzidî rastî komkujiyê hat”

Rojnamevan Aysel Avesta di vê derbarê peyamek da û got: “Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê di 9’ê Tîrmehê de êrîşî Musil kir, gelê Şengalê dizanî wê êrîş li ser Şengal û Telhfer were kirin û hewil dan xwe biparêzin. Di wê demê de 12 hezar pêşmergeyên Barzanî ku parastina Şengalê dikirin soz dan gelê Şengalê wê wana bi parêzin, lê belê wana di 3’ê Tebaxê de gelê Şengalê bi tenê hêlan û civaka Êzidî rastî komkujiyê hat. Armanca çeteyên DAÎŞ’ê ji holê rakirina Êzidiyan bû û ji ber vê yekê di çend saetan de Şengal wêran kirin û bi hezaran kesan kuştin û revandin û jin kirin kole û di bazaran de firotin. Piştî van komkujiyan di demek kin de Yekineyên Parastina jinên Şengalê YJŞ, Yekineya Berxwedana Şengal damezrandin û parastina Şengalê kirin. Tevgera Azadiya Jinên Şengalê û partiya Azadî û Demokratîk ya Êzidiyan (PADÊ) hate damezrandin û rêxistin û parastina Şengalê kirin û jinan xwe birêxistin kirin. Niha Şengal rojane rastî êrîş û pilangeriyê dagirkeriyê tên. Armanca hevpeymana 9’ê Cotmehê di bin navê ji holê rakirina destkeftiyê vî gelîne û da ku carek din vî gelî bi komkujiyan re rû bi rû hiştin e. Her sal bi êrîşên nû êrîşî Şengalê dikin da ku koka vî gelê tûne bikin û Şengalê vala bikin. Ewên li dûrî xaka xwe jiyan dikin rastî asimilasyonê tên û ev êrîş li ber çavê cîhanê tê kirin û cîhan bêdeng e.”

“Divê komkujiya Şengalê  weke jînosîd were naskirin”

Panela yekem di derbarê qirkirina jinan weke peyama sereke di jînosîdê de wateya qirkirina jinan, sedem û armanca wê çiye, bi rêve çû. Nivîsakar û mamostaya Zanîngeha Bexda Macide Hatû Haşim axivî û bi bîr xist ku komkujî ne tenê kuştin e û wiha got: “Hemû cûrê ji holê rakirina ziman, çand, bawerî, huner û tindûtujî û destdirêjî jî dibe komkujî. Dîroka vê komkojiyê ne kurt e ji dîrokê ve ev yek heye. Komkojiya Ermenan, Suryanan, Yaban, Çîn, Rusya û li Kurdistanê jî komkujiya Enfalê heye û her wiha pêkhatiyên Şîa li Başûrê Îraqê û îro jî Şengal bi hezaran kes di cîhanê de rastî komkujî û tunebûnê hatine. Kuştin û koçberkirina Êzidiyan wehştirîn komkujî ye û li tu cihan nîne û xirabtirîn kolekirina dijî jinên Êzidî hatiye kirin. Di sedala 21’an de ew tewanên ku rû didin ji bo mirovatiyê cihê şermezariyê ye ji bo Iraq û hêzên navdewletî. Ji ber ev serdeme ne serdema cehaletê ye, lê belê kolekirin û destdirêjiya zayendî li ser jinê rû da. Niha jî jiyana koçberiyê û ew kesên ku di rewşek xirab de ye û pêwistiyên jiyanê bi dest nakeve. Pêwîste di vê konfaransê de û demê pêş de kar bikin da ku em dengê xwe û daxwazên xwe bigihînin civaka Ereb û wezaretên cûda da ku rewşa Şengal û jinên Şengalê hîn baştir were ditîn û vê komkujiyê weke Jinosîd nas bikin.”

“Jin bi xwe xwe di parêzin”

Endama Rêxistina jinên azadiya Kurdistanê Lale Azad di panelê de peyama Barbara Spinel a parêzer û endama rêxistina Dokokirin û nivîskara pirtuka Feminist ya Îtalî ku ji ber pirsgirêka rê nekarî tevlî konfaransê bibex xwend. Di peyama de wiha hate gotin: “Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir û komkujî kir, serek îmzakirina peymana mafê mirovan heye, lê belê Iraq, Îran û Tirkiye pêşî li vê peymanê girtin û gelê Êzidî ji komkujiyê ne parast û dibe ku ev yek beşek ji plangeriyên li ser Êzidiyan e. Piştî vê komkojiyê jinan xwe rêxistin kirin û xwe nîşanî cîhanê dan ku jin bi xwe, xwe diparêzin û hêza xwe ya YJŞ damezrandine û berxwedan û parastina Şengalê jinan girtiye li ser milê xwe û li ser fikrê Rêberê galan Abdullah Ocalan xwe birêxistin kirine.”

Wê di panêla dûyem de li ser mijara qonaxên êrîşên jînosîda 3’ê Tebaxa 2014’an û hewildanên ji bo carek din ev komkojî dûbare nebe, were nîqaşkirin.

Konferans berdewam dike...