Li Cezayîrê zagon ne têrker in: Herî kêm 37 jin hatin qetilkirin

Li Cezayîrê tundiya li dijî jinan ne tenê pirsgirêkek qanûnî ye, pirsgirêkek civakî û çandî ya kûr e jî. Li gorî daneyên “Feminîsid El Cezair”, di sala 2025’an de 37 cînayetên jinan hatin tomarkirin.

RABIA XERÎS

Cezayîr – Jinên li Cezayîrê, rastî gelek pirsgirêkên mîna tundiya malbatî û civakî, sînordarkirinên civakî yên azadiya wan sînordar dike, zextên derdor ên îfadekirina êşa xwe zehmet dike û nepêkanîna qanûnên ji bo parastinê re tên. Tevî hemû hewildanan jî, ev yek dibe sedema bêdengbûna jinan.

Di sala 2025’an de 37 cînayetên jinan

Li gorî daneyên “Feminîsid El Cezair”, di sala 2025’an de 37 cînayetên jinan hatin tomarkirin. Piraniya van sûcan, piştî demek dirêj a tundiya cûrbecûr, di nava sînorên malê de pêk hatin. Piraniya jinan ji aliyê hevjîn, hevjînên berê an jî ferdên malbatên xwe ve hatin qetilkirin. Zêdebûna sûcên bi vî awayî ya di nava malê de, têkildarî sedemên rast ên zêdebûna tundiyê û neserkeftina qanûnên hêyî ya di aliyê parastina jinê de, gelek pirsan derdixe.

Jina 30 salî ya navê Cemîla Belhac bikar tîne, gelek caran rastî tundiya hevjinê xwe hatiye. Hevjînê wê, Cemîla ji bo pereyan neçarî parsekiyê kiriye. Cemîla, di endama tundiya hevjinê xwe de bi awayekî cidî birîndar bû û rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Di dawiyê de Cemîla Belhac, neçar ma keça xwe jî bigre ba xwe û bireve.

Beşdarî doza nefaqayê ya piştî hevberdanê vekir bû, rastî êrîşe hat

Beriya çend rojan, li bajarê Sitêf ya li bakurê rojhilatê Cezayirê jinek 30 salî ya dayîka zarokek bû, hat qetilkirin. Li gorî agahiyên destpêkê, jina ku beşdarî doza nefaqayê ya piştî hevberdanê vekir bû, dema ji dadgehê derketin, rastî êrîşe hat. Her wiha di 11’ê Mijdarê de li taxa El Intissar ya li bajarê Xilêzan ya Cezayîrê jina 30 salî ya dayîka du zarokan bû, ji aliyê hevjinê xwe yê berê ve zewicandî bû ve li ber mala malbata xwe hate qetilkirin. Sûcdar, bi amûreke birîne bi awayekî hovane êrîşê jinê kir.

Em carna dibînin ku tenê jin debara malbata xwe dike’

Şêwirmenda malbat û derûniyê Lînda Xilêmî, da zanîn ku piraniya jinên rastî tundiyê tên, neçar dimînin li kolanan bijîn û wiha axivî: “Êdî mal guherîne cihê ku herî zêde tundiya li dijî jinê tên jiyîn. Ev diyarde belavî tevahiya civakê bûye. Jin digel guhertinên qaliban û hişkbûna qanûnan jî, rastî tundiyê tên.”

Lînda Xilêmî, diyar kir yek ji cureyên herî berbelav a tundiyê, kedxwariya darayî ya jinan e û axaftina xwe wiha domand: “Hinek jin ji ber adet û kevneşopiyên ku serdestiya mêran didomînin, ji mûçeyên xwe yên mehane bêpar dimînin. Li gel vê faktora aborî, îstatîstîkên fermî yên dawî nîşan didin ku rêjeyên bêkariyê ya mêran, ji yên jinan zêdetir e. Ev yek di nav malbatan de valahiyek girîng çêkiriye. Ji ber ku em carna dibînin ku tenê jin debara malbata xwe dike.”

Encamek tevlihev a gelek faktorên civakî ye

Derûnînas û Aktîvîst Nehla Fertas jî, wiha got: “Tundiya li dijî jinan di civaka Cezayirê de encamek tevlihev a gelek faktorên civakî ye. Rûxmê başbûna rewşa civakî ya jinan a bi rêya perwerdehiyê û ketina wan a nava qadên cûrbecûr ên kar jî, pergala baviksalarî ya desthilatdariya mêran digre navenda xwe, hê jî didome. Lewma, têkiliyên zewacê li şûna hevkariyek rasteqîn, vediguhere têkoşîna serweriyê.”

Nehla Fertas da zanîn ku sedema bingehîn a rundiyê, adet û kevneşopiyên kevnar ku serdestiya mêran xwezayî û domdar dibînin e û got: “Ev yek, tundiya li ser jinan normal dike û di nav nifşan de belav kiriye. Lewma jin bê îrade mane, hebûna wan a civakî bi teslîmbûn û desthilatdariya mêran ve tê destnîşankirin.”

‘Bêdengiya jinan dibe sedema zêdebûna tundiyê’

Nehla Fertas, diyar kir bêdengiya jinan û veşartina bûyerên tundiyê, sedemek din a belavbûna tundiyê ye û wiha axivî: "Bêdengiya jinan û veşartina tundiyê, êrîşkaran teşwîq dike ku sûcên xwe bidomînin û serdestiya xwe li ser jinan ferz bikin. Gelek jin ji tirsa civakê an jî ji bo parastina aramiya derdora xwe, bêdeng dimînin. Ev dihêle ku rol û mafê jinên Cezayîrê kêm bibe û prensîba serdestiya mêran, zêde bibe.”

Nehla Fertas, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Tundî diyardeyek avahî û civakî ye.”