Konferansa Meclisa Jin a Malbatên Şehîdan despêkir

Konferansa Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan bi dirûşma “Parastina nirxê şehîdan misogeriya şoreşa Rojava bi tekoşîna jina azad pêk tê” li Rimêlan destpê kir.

Qamişlo – Bi dirûşma “Parastina nirxê şehîdan misogeriya şoreşa Rojava bi tekoşîna jina azad pêk tê” duyemîn Konferansa  Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan a Kantona Qamişlo- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna 400 delegeyan hate li darxisitin. Hola konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsa “Şehîdê me soza me ya rûmet û mirovatiyê ne, meşa me ya serkeftinê ne” hatibû xemilandin. Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên azadiyê despêkir, paşê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê girîngiya parastinê û nirxê şehadetê de hate xwendin.
“Di nava şoreşê de pêşengiya jinan serkeftinek mezine”
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM Zelal Ceger axaftina vekirina konferansê kir û wiha got: “Li darxistina konferanseke wiha  di vê rewşê de pir girîng e. Pêşengtiya jin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de serkeftinek mezin bû ji bo me tevahî jinan. Îro jin di nava hemû qadan de cihê xwe girtiye, barê li ser milê jinan di nava hemû qadan de giran e. Xwedîderketina li şehîdan erkeke li ser milê me ye, ev erk jî  pir pîroz e û pêwîst e em di giraniya wê de bin. Şehîdan bi fedekarî destanên dîrokî nivîsandin û ji bo tevahî gelan jiyaneke bi ewle afirandin. Di nava 10 salên şoreşê de me gelek berdêlên giranbûha dane û heya niha jî em di berdewamiya wê dene. Azadiya ku berdêl jêre neyên dayin bê wateya , ji bo wê pêwîst e em van nirxên ku şehîdan li pey xwe hîştin biparêzin.” 
Zelal bal kişand ser rewşa şer û êrîşên ser kurdistanê taybet Gelê Kurd û wiha pêde çû: “Niha li Başûrê Kurdistanê ji bo ku yekîtiya kurdan pêk neyê, êrşên dijwar ji aliyê dijminan ve tên kirin.  Her wiha li Bakûrê Kurdistanê jî bi rengekî rojane mirovên kurd têne dîlgiritn û rastî tundiyê tên. Dijmin her roj lîstokên xwe li ser me dide meşandin. Beriya ku em rabin li ser piyan û daxwaza mafê xwe bikin, hertim kurd rastî koletiyê dihatin, lê niha em kurd ne kurdên berê ne.  Êdî em bûne xwedî  îrade û ji bo azadiyê bi hezaran keç û xortên me canê xwe feda kirin. Hedefa dijîmin ew e ku hemû herêmên me dagir bike, lê pêwîst e em rê nedin ku ev kiryar serbikevin. Em ê li dijî hemû rengên êrîş û tundiyê xwedî helwest bin û têkoşîna xwe bikind bikin.”
“Bîranînên şehîdan ji bo me perspektîfin”
Ser navê Kongreya Star Welîda Botî konferans li tevahî beşdaran pîroz kir û got: “Em vê konferansê li tevahî malbatên Şehîdan pîroz dikin û hêviyên me ew in ku di nava vê konferansê de biryarên girîng ji bo xurtkirina têkoşîn û berxwedana jin were girtin. Em li vir dîsa careke din soza xwe ya bilindkirina têkoşînê û  parastina nirxê şehîdan nû dikin. Pêwîst e li hember êrîşên ku li ser jinan tên meşandin em zêdetir têbikoşin, da ku em bighêjin xewin û xeyalên şehîdên xwe. Bîranînên şehîdan ji bo me perspektîfin, da em ser wê bêhtir kar û xebatên xwe xurt bikin. Dilsoziya bi şehîdan re bingeha azadiyê ye.“
Piştî axaftina, dîwana konferansê ji sê kesan hate hilbijartin. Li gor bernameyê koferansê  dê rapora kar û xebatê  Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan ya du salan were xwendin û nîqaş li ser wê dê were kirin. Her wiha wê rewşa siyasî, rêxistinî û rewşa jinê di nava meclîsê de were nirxandin. 
Konferans bi nîqaşan berdewam e...