Konferansa Kongra Star a kantona Hesekê bi hilbijartinan bi dawî bû

9’emîn Konferansa Kongra Star a Kantona Hesekê ya bi beşdarbûna 400 delegeyan hat lidarxistin, bi hilbijartinên koordînasyon û komîteyan bi dawî bû.

Hesekê – 9’emîn Konferasna Kongra Star a Kantona Hesekê piştî lidarxistina konferansa navçe û hilbijartina rêveber û berdevkên nû yên navçe û bajaran îro bi beşdariya 400 delegeyan hat lidarxistin. Konferansa ku bi dirûşmeya “Bi ruhê Jiyan û Zeyneban emê destkeftiyên şoreşa jin biparêzin û bi serkevin” û bi beşdarbûna rêxistinên jinan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekîtiya Jinên Suryan, dayikên şehîdan,  Meclîsa Jinên Ermen, Partiya El- Selam û Partiya Kesk hat lidar xistin bi hilbijartinên koordînasyona teng û komîteyan bi dawî bû.

Di konferansê de nîqaşên girîng ên li ser pêşxistina birêxistinbûna jinê, her wiha êrişên li ser Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî hat meşandin.

Li gor encamên hilbijartinan Meclisa Kongra Star tevî komîteyê wê ji 15 kesan pêk tê. Kordînasyona teng ji 5 kesan pêk tê û li gor vê yekê Rîma Mehmûd, Xalide Botî, Şikriya Hisên, Wesf Şebût û Sîham Dawûd ji bo koordînasyona teng a Kongra Star a Kantona Hesekê hat hilbijartin.

Her wiha 10 kes berdevkên Komîteyên Meclisa Kongra Star a kantona Hesekê rêveberên Komîteya tenduristî, parastin, perwerde, qada civakî, ragihandin, edaleta jin, aborî, hilala zêrîn hat hilbijartin û di demên pêş de dê Komîteya Ekolojî were aktîfkirin.

Konferans piştî soz dayîna rêveber û komîteyên hatine hilbijartin bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.