Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê: Dê perspektîfa dema nû bê avakirin
Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê, bi beşdariya zêdetirî 100 delegeyên ji 10 welatan li bajarê Haleen ê Hollandayê destpê kir. Di konferansê de dê ezmûna 10 salan were nirxandin, ji bo dema pêş perspektîfa nû ya xebatê bê diyarkirin.
Navenda Nûçeyan – Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ku dê 10 salên xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê bên nirxandin, li bajarê Haleen ê Hollandayê dest pê kir.
Di konferansa ku bi dirûşma "Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana komînal û azad" ve tê lidarxistin de, wê 3 rojan rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û modela wê ya rêxistinbûnê ya dema nû bê nîqaşkirin.
Zêdetirî 100 delege beşdar bûn
Ji Swîsre, Elmanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Îngilistan, Îrlanda, Spanya û Îtalyayê zêdeyî 100 delege beşdarî konferansê bûn.
Piştî stranên hunermend Sosin û nîşandaneke ji piştevaniya jinan konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê destpê kir. Piştre endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya axivî.
Elîf Kaya, di destpêka axaftina xwe de beşdaran silav kir û rabirdûya 18 salan a Jineolojiyê bi bîr xist û got: "Em niha di kêliyeke dîrokî de ne. Ji sala 2008'an û vir ve Rêber Apo pênaseya Jineolojiyê kir, 18 sal derbas bûn. Îro li vê derê di asta Ewropayê de em yekemîn konferansa xwe li dar dixin da ku karên Jineolojiyê binirxînin."
Elîf Kaya diyar kir ku Jineolojî weke çirûska heqîqetê ji roja destpêkê ve ji aliyê jinan, gelên cuda û derdorên cuda yên civakî ve bi coş hatiye pêşwazîkirin û xwedî lê hatiye derketin.
Elîf Kaya, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku karên Jineolojiyê li Ewropayê gihîştiye asteke girîng got jy îro li 7 welatan hatiye birêxistinkirin û li gelek welatan jî pêşî li karên nû vekiriye. Elîf Kaya ragihand ku vî karî zemîn pêşkêşî qadên cuda yên rêxistinbûnê kiriye û wiha domand: "Bêguman karekî 18 salan ji bo pêşvebirina zanistekê demeke kurt e. Lê belê dema ku mirov lê vedigerin û dinirxînin, demeke dirêj e. Ev dem di heman demê de bi bedêlên giran derbas bû.”
Rola jinên pêşeng
Elîf Kaya, bal kişand ser rola jinên pêşeng ên ku bi têkoşîna xwe ji bo pêşketina Jineolojiyê şop hiştine, diyar kir ku Sakîne Cansiz, Leyla Agirî, Nagîhan Akarsel, Malda Kosa, Ararat Bawer, Hêlîn Murat, Îsyan Armanc, Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez), Hêlîn Karaçox (Ana Campbell) û hevriyên din ên şehîd mîrateyeke xurt hiştine û gotinên xwe wiha domand: “Jineolojî bingeha xwe ji vê kevneşopiya têkoşînê digre. Em di rêbazên Jineolojiyê û zanista wê de hezkirina azadiyê ya van hevriyan, hêviya wan, cesaret û şopên wan ên afrîneriyê dibînin. Hevîrê Jineolojiyê bi vê re bûye yek, bi vî rengî xwe bi rêxistin kir û bû sazî.”
Elîf Kaya, bal kişand ser kursiyeke vala ya li konferansê jî û anî ziman ku hê jî fikir û têkoşîna jinên pêşeng ên jiyana xwe ji dest dane, di nava xebatên Jineolojiyê de ne û wiha pêl da gotinên xwe: “Niha li ser vê kursiya vala tenê wêneyên wan nîn in. Ew bi fikir, çalakî, xeyal û hêviyên xwe ji bo afirandina perspektîfa dema nû ya Jineolojiyê bi me re nîqaş dimeşînin. Ez vê ji kûrahî hîs dikim.”
Elîf Kaya, wateya ku jinên pêşeng tevlî Jineolojiyê kirine, bi van gotinan îfade kir: “Wan ruh daye Jineolojiyê. Têkildarî vê yekê Jineolojî hinek jî tê wateya watedayîn û fêmkirinê. Tê wê wateyê ku mirov bi kevneşopiyê re girêdaneke xurt û bi zanebûn ava bike.”
‘Me zêde qala pirsgirêkên jinên koçber nekir’
Elîf Kaya ji xeynî asta niha ya xebatên Jineolojiyê behsa aliyên kêm mane jî kir û got ku kapasîteyeke xebatê ya têrker nehatiye pêşxistin ku her jinek xwe têde bibîne lêgerîna xwe xurt bike û bersiva pirsên xwe bibîne. Elîf Kaya diyar kir ku pirsgirêkên jinên koçber jî weke rojeveke esas nehatine nirxandin û got: “Bi vê konferansê re em armanc dikin ku aliyên xwe yên kêm derxin holê û perspektîfa dema nû bi hev re ava bikin.”
‘Em ê perspektîfa xebata xwe ya dema nû diyar bikin’
Elîf Kaya, diyar kir ku yek ji armancên sereke yên konferansê, diyarkirina modela rêxistinkirina Jineolojiyê û diyarkirina perspektîfa xebatê ya dema nû ye. Her wiha bal kişand ser girîngiya nîqaşên ku dê di atolyeyan de werin kirin.
Elîf Kaya, da zanîn ku amadekariyên konferansê bi tevkarî û keda qadên cuda hatine meşandin û wiha wiha pêde çû: “Di vê çarçoveyê de meclîsên jinan, komîteya avakirina qada civakî, çapemenî, ADM, Akademiya Zanista Civakî, xebatên Konfederalîzma Jinan, pêwendiyên derve û qadên hevgirtina demokratîk di nîqaşên amadekarî de cih girtine.”
Elîf Kaya, anî ziman ku rexne, dîtin û pêşniyar hatine nirxandin û di avakirina atolyeyan de gelek hevriyan berpirsiyarî girtine ser milên xwe. Li ser navê Koordînasyona Jineolojiyê spasiya hemû kesên ku ked dane kir.
Elîf Kaya, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser derfetên beşdariyê û got: "Ji ber şert û mercan, em neçar man hejmara beşdarên konferansê bi sînor bikin. Em nikaribûn gelek hevriyên ku dixwestin beşdar bibin û ked dabûn vê têkoşînê vexwînin. Jineolojî xebatek e ku her jina li pey azadiyê, bi dil û hişê xwe hîs dike û hewl dide fêm bike. Hêvîdar im di demên pêş de em bi çalakiyên cuda derfetên hevdîtin û xebata bi hevriyan re zêdetir bi dest bixin."
Piştre, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji konferansê re şandibû, hat xwendin. Piştî peyama Abdullah Ocalan, peyama Komîteya Desteya Akademiya Jineolojiyê ya PAJK’ê hat xwendin.
PAJK: Tenê bi nêzîkatiyeke sosyolojîk a rast dikare bigihîje armancên xwe yên polîtîk
Desteya Akademiya Jineolojiyê ya PAJK’ê, di peyama ji bo Konferansa Jineolojiyê ya Ewropa şand de tecrubeya 11 salan a xebatên Jineolojiyê nirxand û bal kişand ser wezîfe û berpirsyariyên dema nû.
Desteyê, diyar kir ku Jineolojî xwe dispêre tecrubeya têkoşîna dîrokî ya tevgera azadiyê ya jinan û destnîşan kir ku xebat divê li ser esasê avakirina civaka demokratîk û azadiya jinan bên pêşxistin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Her kes, sazî, rêxistin û çêkera ku bi armanca şoreşê û veguherîna civakî tevdigere, encax bi nêzîkatiyeke sosyolojîk a rast dikare bigihîje armancên xwe yên polîtîk.”
Di peyamê de hat îfadekirin ku di qonaxa niha ya xebatên Jineolojiyê de pêdivî bi modeleke nû ya rêxistinbûnê heye û behsa girîngiya wê yekê hate kirin ku ji çêkera komîteyê derbasî modela akademiyê bibin. Hat diyarkirin ku lêkolîn, perwerde, xebatên nivîskî û yên akademîk divê di bin sîwaneke hevpar de xwe bi rêxistin bikin û bang hat kirin ku modeleke akademiyê ya layiqî zanista şoreşa jinan were avakirin.
Di peyamê de behsa girîngiya koordînasyona navbera saziyan û plansaziya hevpar hat kirin û hat gotin ku divê kar û rol tevilhev nebin.
‘Xurtnekirina pêwendiyên bi jinên Kurdistanî û Rojhilata Navîn re kêmasiyeke mezin e’
Di peyamê de, hat diyarkirin ku xebatên Jineolojiyê yên li Ewropayê di qada navneteweyî de bandoreke girîng çêkirine. Her wiha hat gotin ku xurtnekirina pêwendiyên bi jinên Kurdistanî û Rojhilata Navîn re kêmasiyeke mezin e. Komîteyê, di peyama xwe de ev tişt anîn ziman: “Di gihîştin û ketina nav zemîna civakî ya Kurdistan û Rojhilata Navîn de em di rewşeke rexnedayînê de ne.”
Di peyamê de, behsa sosyolojiya guherbar a civaka Kurd a li Ewropayê hat kirin û hat destnîşankirin ku divê xebat ji nêzîkatiyeke ku tenê piştgiriyê dide têkoşîna li welat derbas bibe. Hat gotin ku girîng e Jineolojî li ser zemîna xwe ya civakî xwe bi rêxistin bike û ji pirsgirêkên jinan û civakê re bibe çareserî.
Di peyamê de, tundiya li dijî jinan, xefka tora fihûş û tiryakê ya li ser ciwanan û bandora neteweperestî û olperestiyê hat nirxandin. Hat diyarkirin ku divê xebatên Jineolojiyê ji van hemû pirsgirêkan re bibin bersiv.
Desteyê destnîşan kir ku divê perwerde, lêkolîn û kampên Jineolojiyê rêxistinbûna civakî xurt bikin û wiha hat gotin: “Gava ku perspektîf û modela rêxistinkirin û plansaziya Jineolojiyê diyar dibe, erka herî girîng parastin û rêxistinkirina civakbûnê ye.”
Di dawiya peyamê hişyarî hat kirin ku divê têgeha Jineolojiyê ji kokên wê yên dîrokî neyê qutkirin û neyê berevajîkirin. Hat destnîşankirin ku Jineolojî xwe dispêre tecrubeya têkoşîna tevgera azadiya jinên Kurdistanê û li ser vê bingehê banga hevparkirin û pêşxistina vê tecrubeyê ya bi perspektîfeke stratejîk hat kirin.