"Bi yekîtiyê jin dikarin pêşî li komkujiyan bigrin"

Panêla çarem û pêncem ya Konfaransa Navnetewî ya Jinên Iraqê berdewam dike û di panelên çar û pêncem de hat bi bîr xistin ku li Afganistan û gelek cihên din komkujiya jinan berdewam e û divê jin bi yekitiyê pêşî lê bigre.

Bexda - Bi pêşengtiya komeleya jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) û kesayetên jinên Iraqê Konfaransa Navnetewî ya Jinên Iraqê ya bi dirûşama ‘Bi vîna azad a jinê em li hemberî jenosîda Şengalê têdikoşin’ ku danê siharê destpê kiribû, bi panêla xwe ya çarem û pêncem berdewam dike. Di panela çarem de li ser berpirsyartiya hikumeta Iraq û rêxistinên navdewletî çi ne û di panêla pêncem de li ser pêşniyar û projeyên avakirina Iraqa demokratîk û têkoşîna li dijî komkujî û qirkirina jinan, nîqaşên girîng hat kirin.

“Komkujî, kuştin û kolekirina jinan bûye rûyê reş yê cîhanê û desthilatan”

Di panelê de endama encûmena jinên Alman (DFR), cêgirê serokê hevpeymaniya navdewletî ya jinan (IAW) û pisporê mafê mirovan Maryûn Bukir axivî û got: “Divê di asta navdewletî û Iraqê de kar were kirin da ku jenosîda Şengalê were naskirin û ew yasaya ku li Iraqê heye were bi cih kirin. Komkujî, kuştin û kolekirina jinan bûye rûyê reş yê cîhanê û desthilatan. Heta roja me ya îro jî li Afganistan û Ukranya êrîş, komkujî û pêşîlêgirtina mafê jinan berdewam e. Ev li Suriye, Iraq, Afganistan û cîhanê de heye û jin dibin hedefa siyaseta cîhanê. Ji ber wê divê jin yek bin û divê rêxistin û dezgahên mafê mirovan xebat bidin meşandin da ku em pêşeroja Êzidiyan li Şengalê mîsoger bikin û xwe bi parêzin û dawî li komkujiyên jinan a li Şengal û hemû cîhanê bînin. Daxwaza me ew e ku di asta ragihandinê de hîşyarî werin belavkirin.”

Parlementera berê ya parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr di panela çarem de axivî û got: “Hebûna jinên Iraq û Kurdan di nava partiyên siyasî û aliyên din yên jiyanê de tên astengkirin, ger ev jinek Êzidî be hîn zehmettir e. Ji ber çalakbûna jinan û zêdetir karkirina wan a ji bo bidestxistina mafê xwe bûye pêwîstiyek. Her wiha nebûna dadgehekê ku gilî tê de were kirin û nebûna endamê Iraqê li dadgeha navdewletî û her dadgehek din da ku tewanên komkujî û jenosîdê tê de were dadgehkirin bûye pirsgirêk.”

“Divê em hemû xwedî helwest bin”

Endama ofîsa hemahengiya TAJÊ Leyla Qasim got: “Niha li ser Şengalê plangerî berdewam in. Çawa jin rastî pilangeriyê tên û li beramberî vê bûne kelha berxwedanê û kelha parastina Şengalê li beramberî êrîşan. Divê destpêkê wêne û bûyer werin nivîsandin û bibe romanek ji dîrokê re bimîne. Divê em hemû xwedî helwest bin û bêdeng nebin da ku carek din komkujiyek din li ser gelê Kurd û gelê din neyê pêkanîn.”

Panela pêncem ji aliyê Necîbe Qeredax ve hat rêvebirin

Panêla pêncem ya Konfaransa Navnetewî ya Jinên Iraqê ji aliyê rojnamevan û endama lêjneya Jineolojiyê Necîba Qeredax ve hat rêvebirin. Necîbe Qaradax di nirxandinên xwe yê derbarê mijarê de wiha got: “Komkujiya Êzidiyan mînake ezmûnî ye ku divê sîstem û navendên hikumî têbigihin ku çawan civakê bi rêve dibin. Çawa li cûdahiya netew, bawerî, çand û nasnameyên din temaşe dikin. Mînaka herî baş ku têbigihin komkujiya Êzidî  û bi taybet komkujiya li ser jinên Êzidî bû. Çawa xak, xweza û bawerî rastî sê cûrên qirkirinê hatine û hîna jî berdewam e. Qirkirinên weke jenosîd kirina civakê, hedefgirtina jinên Êzidî û qirkirina zanabûne û qirkirina xwazayê di encama van êrîş û planên ku rojane rastî têne. Felsefe û çengê netewa demokratîk piştrast kiriye ku civakek demokratîk û her wiha hemû pêkhate bê cûdahî tê de tên parastin. Ev felsefe û çeng derfetek nû ya çareseriya demokratîk e. Azadiya jin û ekolojiyê hevsengiya di navbera jin û mêr de, hemahengiya di navbera pêkhate, mirov û xwezayê de. Jin û mêr bi vê sîstemê bi yeksanî di hemû ast û aliyan de bi hev re sîstema xwerêvebirinê bi rêve bibe, weke ew modela xwerêveberiyê ya li Şengalê heye.”

Konfarans wê bi dayîna encamnameyê bi dawî bibe.