Konferansa Jinan a li Xezayê, bi ronîkirina pirsgirêkên jinan bi dawî bû
Konferansa Jinan a Filistînî bi danîna plan û bingehên avakirina Projeya Mala Jinê ya li Xezayê bidawî bû.
NAGHAM KARAJEH
Xeza - Bi amadebûna komek saziyên jinan û kadroyên Îtalî, Konferansa Jinan a Filistînî li Xezayê bi nîqaşkirina pirsgirêkên li pêşiya jinên Filistîn û bi taybet a Xezayê û her wiha bi pêşkeşkirina encamê konferansê dawî bû.
Di konferansa ku duh 6’ê Hezîranê hat bidawîkirin de nûnera Daîreya Jinan a Federasyona Giştî ya Sendîkayên Filistînê Etimad Ebû Celala wiha got: “Ev konferans bi serkeftî ye, ji ber ku cara yekem e şandeya biyanî ya ji sazî û welatên cuda bi şandeyeke mezin tê, ji bo piştgiriya jinên Filistînî. Di navbera jinên Filistînî û cîhanê de xalên hevpar hene, wek rûbirûbûna wan a tundutujiyê, ji ber ku ew wan wekî xala herî qels a civakan dihesibînin.”
“Divê zext û zordariya li ser jinê bidawî bibe”
Komîsera Jinan a Herêma Bakurê Xezayê Şefîqa El-Talûlî ji heyeta Îtalyayê re peyamek şand û got: “Ez dixwazim ku heyeta Îtalyayê dengê jina bindest a ku li Xezayê rastî gelek felaketan hatiye bigihîne. Jin bar û berpirsyariya herî mezin a parastina malbata xwe hildigire û ez hêvî dikim ku zext û zordariya li ser rola wê bi dawî bibe."
Wênekêşa Îtalî, Carolina Mencusi, ev yek anî ziman: “Ez bi amadebûna xwe li Xezayê û beşdariya xwe di vê konferansê de gelek kêfxweş bûm. Dema min hevsengiya mezin di navbera her du çandan de dît, hesteke pir xweş min dorpêç kir û ez bi hêz û cesareta jinên Xezayê hîs bûm. Ez berdewamiya dostaniya di navbera jinên Filistîn û Îtalyayê de hêvî dikim.”
“Bi têkoşînê em dikarin piştgiriyekê rasteqîn pêk bînin”
Her wiha rojnamevan û hunermend Martina Mistroviti amaje bi wê yekê kir ku "Ezmûn zengîn û bikêrhatî bû, nemaze ku ew ezmûna yekem e ku tê de jêhatîbûna xwe pêşkêşî keçên Xezayê dikim û her wiha tevlîbûna ciwanan di Konferansa ku ji bo balkişandina li ser rola wan di zanîna êş û azarên jinên Filistînî yên li Xezayê de pêk hat tiştek baş û erênî bû."
Martina Mistroviti got jî ku wê faktorên hevpar di navbera jinên Filistîn û Îtalyayê de di warê êş û azaran de, tevî aliyên cuda yên erdnîgarî û sedemên pirsgirêkan vedît, lê hemûyan yek armanca xwe hene ew jî ew e ku “Bi têkoşînê em dikarin piştgiriyeke rasteqîn ji bo dozên jinan û rizgarbûna wan ji vê êşê pêk bînin.”