Konferansa Jinan a Herema Anatolyaya Navîn ya HDP’ê dest pê kir
Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû ku di Konferansa Jinan a Herêma Anatolyaya Navîn a HDP’ê de axivî, da zanîn ku dê li dijî şer aştiyê biparêzin û Ozlem Gunduz jî anî ziman ku jinan li dijî êrişan bersiva herî xurt dane.”
Enqere- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya 4’emîn Konferansa Jinan a Navendî ya Mezin, duyemîn Konferansa Jinan a Herêma Anatolyaya Navîn li Rêxistina HDP’a Enqereyê pêk anî. Jinên li bajarên herêman di rêveberiya navend û navçeyan de cih digirin beşdarî konferansa li Rêxistina HDP’a Enqereyê hat kirin bûn. Hevberdevka Komîsyona Rêxistinkirinê ya HDP’ê Ozlem Gunduz û endama Meclîsa Partiyê (PM) Leman Kîraz jî beşdarî konferansê bûn. Li eywana konferansê pankarta bi kurdî û tirkî ku li ser nivîsa “Em di azadiyê de israr in, di têkoşînê de bi biryar in” dinivîsî û postere Denîz Poyraz a di êrişeke nijadperest a li ser Rêxistina HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, hatin daliqandin.
“Em weke jin dê parastina aştiyê ya li dijî şer bidomînin”
Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû ku axaftina vekirîne ya Konferansa Jinan a Herêma Anatolyaya Navîn kir, wiha got: “Demekî ku em ber bi kongreya xwe ve diçin em konferansa xwe ya jinan a Anatoliya Navîn li dar dixin. Em li erdnîgariya ku em lê dijîn di serdemeke ku qirqirin û komkujiyên jinan hene de derbas dibin. Weke partî her roj bi provokasyoneke nû re rûbirû ne. Bi êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê destkeftiyên gelê kurd hedef tên girtin. Em weke jin dê parastina aştiyê ya li dijî şer bidomînin.
“Jinan li dijî êrişan bersiva herî xurt dane”
Hevberdevka Komîsyona Rêxistinkirinê ya HDP’ê Ozlem Gunduz jî bal kişand ser girîngiya konferansê û wiha axivî: “Êrîşên cidî li ser partiya me hene. Me beriya niha jî dît. Bi taybetî xwedî derketina hevalên li vir girîng bû. Li aliyekî doza girtinê li aliyekî êriş hene lê di hemû nîqaşên ku me kirin de, biryardariyek hatiye dayîn ku bersiva herî xurt bidin van êrîşan. Ji kongreya borî heta niha bi taybetî wek jin me bersiva herî xurt dan êrîşên li dijî me. Em ê di van konferansên xwe de hem serdemên berê hem jî yên pêşiya me em ê nîqaş bikin.”
Piştî axaftinan konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.