'Konferansa Hevgirtina Jinan helwesta jinên Sûriyeyê diyar kir'

Beşdarên Konferansa Hevgirtina Jinan dan zanîn ku ji bo yekbûna têkoşîna jinan ji bo avakirina civakek demokratîk û exlaqî li ser bingeha prensîba ku azadiya jinan azadiya civakê ye pêdivî bi xebat û têkoşîneke xurtir heye.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Hesekê – Bi dirûşma "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê li Sûriyeyeke yekgirtî û nenavendî de ye" jinên Sûriyeyê li hev civiyan da ku deng û helwestên xwe li dijî dûrxistin û binpêkirinên li dijî wan bikin yek.

Konferansa ku nêzî 600 delege ji seranserê Sûriyeyê ku nûnertiyên ol û etnîkên cuda dikirin anî cem hev, ji aliyê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya ve li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê di 20'ê Îlonê de hat lidarxistin.

Li dijî paşguhkirina rola jinan hewcedarî bi têkoşîneke xurtir heye'

Hevseroka Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Leyla Îbrahîm da zanîn ku konferans îradeya hemû jinan temsîl dike wiha got: "Ev konferans bersivek e ji bo kesên ku difikirin em nikarin tiştekî bikin lê rastî ev e ku jin civakê birêve dibin û çanda wê diparêzin. Tevî binpêkirin, neheqî û înkara nasnameyê ku Êzidî rastî wan hatin, ew dikaribûn xwe di vê konferansê de temsîl bikin. Her konferans, semîner, an civînek ku pêkhate yan jinan tîne cem hev bandorê li ser rastiya siyasî dike. Ji ber vê girîng e ku em leza têkoşînê zêde bikin û bi hemû kesên dixwazin rola me paşguh bikin hevrû bibin."

'Hilbijartinên li Sûriyeyê ne rewa ne'

Endama komîteya têkiliyên diplomasî ya Kongra Star, Slîva Şêx Dawud girîngiya konferansê nirxand û got: "Vê konferansê hemû jinên Sûriyeyê ji paşxaneyên olî û komên cihêreng, di nav de Ermen, Aşûr, Durzî, Elewî, Kurd, Êzidî, Çerkez û Ereb anîn cem hev û jin bi riya onlinê jî beşdarî konferansê bûn. Hilbijartinên Meclîsa Gel a Sûriyeyê di demek ne guncav de hat lidarxistin û nayê zanîn ka ew çiqas bi rastî nûnertiya gelê Sûriyeyê dike, yan jî çiqas pabendî pîvanên demokratîk û yekparçeyî ye. Ev hilbijartin ne rewa ne. Kotaya jinan jî di van hilbijartinan de ji sedî 20 derbas nabe ku ev rêjeyek di tu şert û mercan de nayê qebûlkirin e. Bi taybetî di ronahiya ezmûna pêşeng a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku xwe dispêrin temsîliyeta jinan bi rêjeya herî kêm ji sedî 50."

'Konferans helwesta hemû jinên Sûriyeyê diyar dike'

Slîva Şêx Dawud da zanîn ku divê her pêvajoyek hilbijartinê hemû pêkhateyên civakî di nav xwe de bigre da ku mafên hemûyan bê parastin û wiha bi dawî kir: "Ev konferans helwesta hemû jinên Sûriyeyê ya li hemberî hikûmeta heyî diyar dike û dengekî kolektîf temsîl dike, daxwaza nirxandinek radîkal a polîtîka û zagonên hikûmetê dike.