Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Beyrûtê dest pê kir

Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê destpê kir. Konferans bi beşdariya 21 rêxistinên ciwanan yên Rojhilata Navîn li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi dirûşma "Ciwan û avakirina siberojeke azad" destpê kir.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd- Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi beşdariya 21 ciwanan yên Rojhilata Navîn li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi dirûşma "Ciwan û avakirina siberojeke azad" destpê kir, wê dû rojan berdewam bike. 

Di konferansê de gelek nîqaş tên nîqaşkirin

Konferansa ku wê dû rojan berdevam bike, ji roja xwe ya yekem wê mijarên; 'bandora modernîteya kapîtalîst a li ser ciwanan', 'têkoşîn, ezmûn û serxwebûna ciwanan', 'Qirkirina sîstematîk a xwezayê û wêrankirina hawirdor' û 'rewşa jinên ciwan û azadiya jinê' bên nîqaşkirin. Di duyemîn de jî der barê barê ciwanan, rola ciwanan di nav çanda jiyana hevbeş de û taybetmendiya hevgirtin û têkiliyên ciwanan de atolye werin lidarxistin. Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn bi vê konferansê armanc dike ku astengiyên ku li Rojhilata Navîn jiyan dikin bi awayekî kolektîf çareser bikin. Her wiha sêwanek rêxistinî ji bo hemû ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa têde cihê xwe bigrin, ji bo pêşxistina xebatên hevpar û demdirêj ên stratejîk, kordînasyon, piştgirî û balkia ser pêwîstiya yekitiya ciwanan, ji bo xurtkirina têkoşînê li beramerî hemû qeyranan ava bikin.

Sazî û ciwanan ên ku beşdarî kongreyê bûne ev in:

Yekitiya Ciwanên Demokrat a Iraqê, Beşa Xwendekaran a Partiya Sosyalîst a Yekîtî, Yekitiya Ciwanên Pêşverû yên Suryan, Çalakvanên ji Sehraya Rojava, Tevgera Siberoja Ciwanên Morîtanyayê, Yekitiya Ciwanên Pêşverû yên Misirê, Yekitiya Jinên Ciwan, Ciwanên Meclisa Civakî ya Ermen, Meclisa Ciwanên Sûriye Demokratîk. , Saziya Nebra Tîm Koş a Çand, Kevneşopî û Xêrxwaziyê, Ciwanên Yekitiya Beth Nehrên a Nîştimanî, Rêxistina Ciwanên Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Çepgir a Şoreşger a Sûriyê, Rêxistina Ronesans a Xwendekar û Ciwanên Kurdistanê, Ciwanên Tevger Bedîl a Misirê, Ciwanên Partiya Komunîst a Kurdistanê. , Yekitiya Ciwanên Kurdistanê, Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan, Rêxistina Azadiya Ciwanên Kurdistanê, Kombûna Nivîskar û Çalakvanên Kurd û Komeleya Alîkariyên Mirovî ya ji bo Jin û Zarokên Efganistanê.