Li Helebceyê ji bo jinan perwerda ‘Jîriya Çêkirî’

Li Helebceyê çend jinan ji bo hişyarkirina jinan a li hemberî jîriya çêkirî, di warê bikaranîna zekaya çêkirî de perwerdeya bikaranîna teknîka wê dan jinan.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Her gava pêşketina teknolojiye, bi sûdên xwe re xeteran jî tîne. Yên herî zêde ji vê zirarê dibînin jî jin in. Di hemû rewşan de jin dibin hedef, ji ber ku bi pergalî ji dîrokê ve heta niha tên hedefgirtin, tenê şêwaz hatine guhertin. Rojane gelek jin ji ber gefên bi riya dîjîtal rastî êrîş û tundiyê tên.

Jin ji bo serî li ber van êrîşan netewînin û netirsin, dixebitin. Ji ber niha dikarin dîmen û dengê ku hatiye çêkirin ji hev cuda bikin. Li zanîngeha Helebceyê derbarê jîriya çêkirî de çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo ku jin der barê bikaranîna hişê çêkirî de ‘AI’ bi kar bînin û ji hev cuda bikin, jinan hişyar dikin û xebat didin meşandin.

‘Pêwîst e jin netirsin’

Xwendekara pola çaremîn a beşa kompîtorê Şînya Kazim diyar kir ku jîriya çêkirî ne tenê tiştek jê sûd tê girtin e û dikare di xizmeta xwezayê de were bikaranîn û wiha got: “Em jin di aliyê bikaranîna hişê çêkirî de mînak in, pêwîst nake bitirsin. Peyama me ew e ku zekaya çêkirî tişteke berfireh e û pêwîst nake jin ji teknolojiyê bitirsin.”

‘Çiqas aliyên baş hene ewqas aliyên xirab jî hene’

Xwendekara pola çaremîn a zanista kompîterê Rojîn Hîwa balkişand ser tiştên ku pêwîst e bên kirin û wiha domand: “Mijara me pergala jîriya çêkirî ye, ji bo nasandina wêne û dengê sexte û wêneyên ku AI çêdikin, bi riya modelek em dizanin kîjan bi jîriya çêkirî ye û kîjan rast e, em ji hev cuda dikin. Niha ewqas belav bûye ku divê lêkolîn li ser bê kirin û yên ku li ser jinan wêne çêdikin li ser mêran çênakin. Dikarin bi kêmtir xeletî bixebitin, çiqas aliyên baş hebin, ewqas aliyên xirab jî hene. Ji ber vê divê em bizanibin çi wêne tê belavkirin. Bi taybetî di medyaya dîjîtal de ji ber ku dibe bi riya jîriya çêkirî ji bo xirabiyê were bikaranîn.”