Konferansa 'çareseriyê' ya ÎHD'ê dest pê kir

Di konferansa ÎHD'ê ya bi sernavê "Aştî û çareseriya meseleya Kurd" de wê pevçûn, şer û rêyên çareseriyê yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bên nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amedê “Konferansa aştî û çareseriya meseleya Kurd” ku wê du rojan bidome li dar dixe.

Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes beşdar bûn. Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û Serokê Şaxê ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz ve hate kirin.

‘Pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye’

Huseyîn Kuçukbalaban, da zanîn aştî bi qasî nan û avê girîng e û wiha got: “Em rêxistinekî ku dizanin aştî çiqasî girîng e. Parastina aştiyê mafê mirovan e. Em dizanin ku her cure cihêkariya di navbera mirovan de xespkirina mafan e. Polîtîkayên şer ên 40 sal in didomîn, nakokî û cudakariyê kûrtir dike. Çareserî diyalog û muzakere ye, ne hawirdorek pevçûn e. Şer ji gelan re weke bac û xizaniyeke zêdetir paş vedigere. Divê demildest pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran a bi Abdullah Ocalan ê ku di çareseriya meseleya kurd de aktorekî girîng e re bê vekirin. Pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Em ê di konferansa du rojan de pêwîstiya xwe ya aştiyê biaxivîn. Em bi israr dibêjin aştî û ez daxwaz dikim agirê Newroza 2024'an bibe wesileya aştiyê."

Peyama Leyla Zana

Di konferansê de peyama kurt a siyasetmedara Kurd Leyla Zana hat xwendin. Di peyama Leyla Zana de wiha hate gotin:

“Dostên hêja, hevalên hêja, min dixwest di vê hevdîtina girîng de bi we re bim, lê dema ku min cara yekem hatim gazîkirin de jî diyar kir, meha Adarê bi taybetî ji bo Kurdan ne mehek e ku plansaziya wê hêsan pêşbinî kirin e. Gava gelê Kurd ji aliyekê ve çoşa pêşwazîkirina Newrozê dijîn, ji aliyê din ve jî êşa Helebçe yê birîna me ya kûr a nehatiye pêçan dijîn. Ji aliyekî ve êşên me û ji aliyê din ve jî hêviyên me nû dibin. Dema ji bo van rojavan hilbijartina ku ji bo îradeya Kurd û jinan pir girîng tê zêdekirin, mixabin me nekarî bi we re li hev bicivin. Ez hêvî dikim hûn me fêm bikin. Ez di serî de navenda ÎHD'ê, hemû parêzvanên mafê jiyanêyên ku bi salane di gelek zehmetiyan de têkoşîna mafên mirovan didin û ji bo vê xwedî seknek bi israr in, kedkar û beşdarên vê konferansê bi hezkirin û rêz silav dikim. Bi hêviya ku di 21’ê Adarê de li qada Newrozê ya Amedê bicivin. Bi hestên xwe yên dostanî û hevgirtinê."

'Helbet rojek em ê bigihêjin armanca xwe'

Piştî peyama Leyla Zana, peyama siyasetmedara girtî Ayla Akat Ata hate xwendin. Di peyama Ayla Akat Ata de jî wiha hate gotin:

“Destpêkê ez bi kelecana ku konferans di cihê û demê de tê lidarxistin, spasiya hemû parêzvanên mafên mirovan ku keda wan heye, dikim. Ez wek aktîvîst û endamek we ya ku ÎHD'ê wek zanîngeha duyemîn a jiyana xwe dibîne û bi têrkariyê wê re rastiya îro dijî, dixwazim hûn bizanibin ku ez bi hest û ramanên re bi we re di vê salonê de me.

Mixabin ne li ser bingeha pevçûn, şer û tundiyê; em ji rojên ku têkoşîna ji bo aştiyê wek sûc tê hesibandin derbas dibin. Di vê wateyê de ÎHD rêxistinek bedêlan e. Em îro bi saya keda hemû hevalên hene. Helbet rojek em ê bigihîjin armanca xwe. Em bawer dikin û hêj ked didin û her çiqas di girtîgehê de bin jî birêxistin dikin. Ez têkoşîna me ya çareseriya demokratîk û aştiyane ji bo gelê me deynek dibînim. Helbet li cîhanê yekanê erdnîgarî ku tundî tê jiyîn ne erdnîgariya me ye. Di mijara çareseriya nakokiyan de tercûbe pir girîng û hêja ne. bi qasî naskirina xwe, maskirina tiştên ku heta niha hatine jiyîn jî di kijan erdnîgariya cîhanê be bibe pir girîng e. Em ê ji bo çareseriya xwe, ji bo aştiya xwe bizanibin û fêm bikin. Lê bi zanebûna azadiyên xwe, bi çavderî kbirin û bêyî paşguhkirina hesasiyeta gelê xwe taybetmendiya xwe, em ê pêvajoyê civakî bikin û jê sûd werbigirin. Em ê birêxistin bikin. Ez bi van hestan re hemû beşdaran bi rêzdarî silav dikim.”

Li Filistînê mirov bi qetlîamê re rû bi rû ne

Piştî axaftina peyaman, derbasî rûniştînan bûn. Moderatoriya rûniştina bi mijara "Li cîhanê tecrûbeyên çareseriya pevçûnan û pêvajoyên aştiyê" ji aliyê Koordînatorê Navenda Lêkolînê ya Qada Civakî-Siyasî Yuksel Genç ve hate kirin.

Di rûnişta ewil de Seroka Yekitiya Civak û Rêxistinên Filistînê yê Ewropayê George Rashmawî, mafê axaftinê girt û wiha got: “Em ê tiştên ku gel Filistînê jiyan kirin ji bîr nekin û Filistînî bi qetlîamek mezin re rû bi rû ne. Zarok, jin û extiyar hatine hedef girtin. Li Xezayê bi tundî fuze û fosfora qedexekirî hate bikaranîn. Girtina bi sedan jin û zarokan mirov dikare bi 7’ê Cotmehê ve girê bide? Niha 9 hezar kes girtî ne. Li nexweşxaneyan qetilkirina pitikan û negihandina pêdiviyên wan ên bingehîn dikare wekî parastinê were pênasekirin? Ev bikaranîna hêzê ya bêpivan bi piştgiriya aborî ya hêzên navneteweyî tê kirin. Mirovên Filistînê li dijî çareseriya yek dewletî derdikevin. Li dijî mirina zarokan in.”

'Em dikarin aştî û Filistîna azad misoger bikin'

George Rashmawî, wiha got: “Divê Îsraîl li gorî qanûnên navneteweyî tevbigere. Divê hêza hevgirtina navneteweyî ya bi Filistînê re bê zêdekirin. Divê em ji bo zêdetir zext li Îsraîlê bikin, çalakî û xwepaşdan li dar bixin. Pêwîste bi taybetî li ber balyozxaneyên Emerîka û Îsraîlê protesto bikin. Divê ji PE’ê re nemayan bişînin. Em bi hev re dikarin azadî, aştî û Filistînek azad misoger bikin.”

Ji Komeleya Lêkolînên Demokrasî, Aştî û Polîtîkayên Alternatîf (DEMOS) Ferda Fahrioglu Akin jî, pêşkeşîya bi sernavê "Di aktorên xwecihî de rolên komên olî ya di avakirina aştiyê de” kir. Ferda Fahrioglu Akin, dema behsa aştiyê hate kirin bal kişand ser girîngiya komên olî û di xebata xwe ya tez de bal kişand ser nakokiyên mîkro.

Konferans, bi rûniştên "Li Rojhilata Navîn aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd” û “Gelo di sedsala 2'emîn a Komarê de li Tirkiyeyê pêvajoyek nû ya aştiyê pêkan e?" berdewam dike.