Konê Yekîtiya Êzdiyên Efrînê di roja duyem de dewam dike
Yekîtiya Êzdiyên Efrînê û TEV-DEM’ê li dijî êrîşên ji aliyê hikumeta Îraqê ve li ser Şengalê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdisatnê tên meşandin konê çalakiyê danîne.
Şehba- Bi pêşengtiya Yekîtiya Êzdiyên kantona Efrînê û Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê kona çalakiyê ya li dijî êrîşên hikumeta Îraqê yên li ser Şengalê û êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê li Şehbayê konê çalakiyê danîn. Di roja duyemîn a çalakiyê de Meclîsa jin ya Kantona Şehbayê û Rêxistina Kongra Star ya herêma Efrînê serdana kon kirin. Di çalakiyê de endama Yekîtiya Êzdiyên Efrînê Meryem Cindo axivî.
Meryem Cindo got: “Emê li hemberî êrîşên dagirkeriyê û îxaneta mala Berezanî berxwedaniya xwe bidomînin. Gelên Şengalê bi sekin û berxwedaniya xwe tên nasîn. Armanca dijimin ji êrîşên bê navber şikandina îradeya gelê berxwedê re, bila dijimin baş bizanibe em ê her dem piştgiriya gerîlayên xwe bikin û li ser doza nûjenkirina berxwedanê bimeşin. Bi riya berxwedana Şengalê û bi saya şehîdan em ê serbikevin. Em ji kantona Şehbbayê jinên Şengalê silav dikin û ji wan re dibêjin bi riya vîna jinê em ê azadiya xwe misoger bikin.”
Piştre endama Koordînasyona Rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê Gulê Mihemed jî li hemberî êrîşan ev tişt anî ziman: “Heyva Gulanê heyva şehîdên doza azadiyê ye, bi vê wesîlê em şehîdên doza azadiyê bi bîr tînin û bejina xwe li beramberî wan ditewînin. Wek em dibînin dijmin bi her awayî êrîş kurdan dike. Armanca me ji konê çalakiyê ew e ku em piştgiriyê bidin gerîlayên azadiyê û êrîşên ser Şengalê ji aliyê hikumeta Îraqê şermezar bikin. Divê mala Berezanî ji nêzîkatiya dijmin û êrîşên ser gelê kurd şerim bike û li xwe veger e.”
Konê çalakiyê di roja xwe duyem de berdewm e.