Komkujiya Elewiyan wek ‘serkeftin’ ragihandin

Bi rojan e komên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê ya cîhadîst li dijî Elewiyan komkujiyan dike. Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê komkujiyên li peravên Sûriyeyê weke "serkeftinê" binav kir.

Navenda Nûçeyan – Ji 6'ê Adarê ve ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve li herêmên peravê li ser gelê Elewî, bi hinceta "Bermahiyên rêjîma berê" komkujiyên dijmirovî pêk hatin. Di encamê de ji hezarî zêdetir kes hatin kuştin. Her wiha ewlehiya herêmê têk çû û bi hezaran kes ji bo ku xwe ji cîhadîstan biparêzin, koçî Lubnanê kirin.

SOHR’ê îro ragihand ku di 72 seatên dawiyê de li peravên Sûriyeyê li dijî Elewiyan 39 komkujî pêk hatine û jin û zarok jî di nav de 973 kes hatin qetilkirin.

Wezareta Parastinê ya Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê bi daxuyaniya xwe ya îro kuştina sivîlan û pêkanîna komkujiyên li ser Elewiyan, wek ‘serkeftinê’ pênase kir.